Ji bo 5 hezar Kobaniyên ji ber êrîşên DAIŞ'ê neçar man ji Kobanê bên Pirsûsê, kedkarên tenduristiyê yên biyanî jî bi dilxwazî xizmetê didin. Komek ji doktorên ji Swêdê hatine, Kobaniyên birîndar û nexweş tedawî dikin. Li gel xizmetên tenduristiyê her wiha di nava xwe de pere kom kirin û bi vî pereyî 20 maşînên şuştina kincan ji bo wargeha ji konan kirîn. Kedkarên tenduristiyê yên Swêdî ragihandin ku ew ê piştevaniya xwe dewam bikin. Ji nava heyeta Swêdê pispora radyolojî Dr. Sorgul Bîlen got, "Ji bo dermankirina mirovên li Kobanê birîndar bûn, ez li beşa radyolojî ya li nexweşxaneyê dixebitim. Di navbera xwe de her wiha me bi awayekî komun pere kom kirin û bi wî pereyî 20 maşînên şuştina kincan kirîn. Ji niha û pê ve jî em ê pêwîstiyên lezgîn li ber çavan bigirin û kampanyayên xwe yên alîkariyê dewam bikin."

Dr. Bîlen diyar kir ku gelê Kobanê bi xwedîderketina mirovên xwedî wijdan dikare li ser piyan bimîne û bang li her kesên enternasyonalîst ên li cîhanê kir, ku bên ser sînorê Kobanê. Bîlen got, "Bi dîtina min divê her kes were. Kêm be jî divê em di nava piştevaniyê de bin. Me hevalên xwe yên doktor ên li Swêdê, ji bo pêçandina birînên gelê Kobanê vexwend ser sînor. Piştî me komeke din plan dike ku bê. Gelê Kobanê ne bêxwedî ye. Her kesê xwedî wijdan divê xwedî li gelê Kobanê derkeve." 

RIHA