Ebru Duzgun bi navê rapvaniyê Ebow, straneke bi navê “Feuerzeug (Heste)” çêkir û weşand. Ebow a ku Kurd e, ev strana xwe ya rapê li dijî nijadperestiyê û şideta polîsan çêkiriye. Nexasim jî ew destekê dide çalakiyên li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yên piştî qetilkirina George Floyd. Ebow a ku li Elmanyayê zaroka malbateke karker a Kurd e, ji mêj ve li paytexta Awusturyayê Viyanayê bi cih bûye û hunerê xwe jî li wir dike. Di gotinên stranê de ew nerazîbûna xwe ya li dijî şideta polês û dewletê hîç venaşêre: “Lit wie ein Feuerzeug (Pêxe weke heseteyekî) / Gib mir Dein Feuerzeug (Hesteyê xwe bide min)/ Guck‘ wie ich Feuer erzeug‘ (Binihêre ez çawa agir çêdikim)/ Shit, ich bin Feuer für Euch (Kerafî, ez ji bo we agir im).” Ebow tevî Walter P99 Arke$tra di koma Gaddafi Gals de ye û ev kom li dijî avahiya civakî ya baviksalar, û nijadperestiyê hunerê xwe dike. Ebow par albûma “K4L” derxistibû.  VIYANA