Emê hewl bidin têkildarî wêje, çand, jiyana civakî û nirxên Kurdan PolîtîkART ên bi mijar û babetên rengîn bigihînin we. Mîna destpêka vê xebatê vê hefteyê bi mijara ''Rê û resmên Kurdî“ hejmareke têr û tije û xwerû Kurdî bi kêfxweşiyeke mezin ji we re pêşkêş dikin.
Axa Mezopotamya ya şarîstaniyê jê dest pê kir û di himbêza xwe de bi dehan şaristanî afirandin ji aliyê zanyar û dîroknasan ve jî mîna dergûşa şaristaniyê tê binav kirin. Mîna gelê qadîm yê vê axê Kurd jî efrînerê destpêkê yê şaristaniyê ku tê wateya mirovbûnê ye.
Lê belê ji ber şer, talan, mêtîngerî û inkarê, hêzên serdest hewl dane çand û kevneşopiyên Kurdan ji holê rabikin. Beramberî talana xweza, dîrok û çanda Kurdistanê ku bi dehên salan meşandine, Kurd hebûna xwe diparêzin. Bi sersal, Newroz, şahî û hwd. hemû jiyana Kurdewarî bi tevahiya nirxên xwe li hemberî qirkirinê li ber xwe dide. Lê ji bo em vî mirasî bigihênin nifşên li pey xwe divê em wan biparêzin û bidin jiyîn.
Me jî hewcedarî dît ku di hêjmara yekem a vê salê de, bi nivîsên PolîtikART'ê em careke din van nirxên Kurdan ên bûne malê tevahiya mirovahiyê destnîşan bikin û binirxînin. Em hêvî dikin ku nivîs û naverok li gorî dilê we be…