Weşanxaneyên Kurd tevî bêderfetiyên mezin jî di warê ronakbîrî û wêja Kurdî de bendên bî sînoran hatibûn avakirin rûxandin. Di naskirin, têgihişitin û sûdwergitina wêjeya Kurdî ya çar parçeyan heta bi Sovyeta Berê, rola weşanxaneyên Kurd diyarker e.
Tevî vê pêşketinê jî pirsa "Gelo berhemên Kurdî, nivîskariya Kurdî gihiştiye heqîqet û dewlemendiya civaka Kurdistanê" li benda bersivê ye.
Di pêvajoya amadekirina vê hejmara me ya têkildarî weşangeriya Kurd de em gihiştin encam û daneyên balkêş. Mînak; tevî ku li gorî daxwazê nayên xwendin jî her roja diçe weşanên Kurdî bêhtir tên çapkirin. Dîsa em bi îroniya; çapxaneyên ku ji bo parastin û pêşxistina Kurdî avabûne di warê aborî de xwe bi çapkirina pirtûkên Tirkî li ser lingan digirin re jî rû bi rû man.
Gelo nivîskarên Kurd çiqasî karin ji xurtiya mijaran û çavkaniyan sûdê werbigirin? Zimanê ku di berhemên Kurdî de tê bikaranîn çiqasî ji aliyê gel ve tê fêmkirin? Profîla xwendekarên Kurd çawa ye? Hêza edîtoriyê ya weşangeriya Kurdî ji potansiyelê re dibe bersiv? Û bi dehan pirsên din….
Me hewl da bi vê hejmara PolîtîkART bersîvên van pirsan bidin û tobleyeke objektîf derbarê weşangeriya Kurdî re raxin ber çavan.
Bi girtina dest a ast û rewşa weşangeriya Kurdî me hewl da em şîfreyên entelektuelî, rewşenbîrî û pêşketina civakî jî nîşan bidin.
Piştî sê mehan di PolitikART a Kurdî de bi mijar û nivîsên nû emê dîsa bi hev re bin.