Şoreş, bi awayekî fermî di 19'ê Tirmeha 2012'an de bi rizgarkirina Kobanê dest pê kir û dîsa bi berxwedana bê hempa a Kobanê hate qonaxeke nû. Kobanê ne tenê ji bo Rojava ji bo hemû Kurdan bû mîladek.
Lê Rojava û Kobanê ne tenê şoreş e û berxwedan e. Ji ber ku di nav 3 salên damezrandinê de, di serî de şoreşa jin, şoreşa civakî, ziman, çandî û yên din jî saz bûn. Her şervanek, her kesekî di nav vê şoreşê de qasî bi dehan temenekî însan ked da, şer kir û li ber xwe da. Her şervanek ji bo hemû kesên mexdûrê dagirkerî, zordarî, koletî û faşîzmê di nav berxwedanê de bû. Yê li hemberî wan şer dikirin ne tenê hovitiya çeteyên DAIŞ'ê ne; şerê li Rojava şerê di navbera xeta mirovahî û barbarîzmê, xeta dagirkerî û azadiyê ye. Bi berxwedana li her êniyên şer ev xeta azadiyê bi ser dikeve, bingeha jiyaneke nû tê danîn. Ji bo gelê Kurd ji bo gelê Rojhilata Navîn û hemû dildar û alîgirên azadiyê dibe hêviya jiyan û paşerojê. Rojava êdî bû şoreşa mirovahiyê.
Di van rojên ku em salvegara vê şoreşê pêzwazî dikin, di PolitikART de bi nivîsên beşên cuda me cih da vê berxwedana dîrokî.