Perwerdehiya bi zimanê dayikê bi çend mînakan li Ewrûpayê pêk hatin. Her wiha dergûşxaneyên ji bo zarokan jî li çend deveran wekî modelek hat ceribandin. Gelo di wan modelan de zarokan bi zimanê dayikê pêş dikevin? Ji bo zarokan gaveke erênî ye an na? Gava zarok baş fêrî zimanê serdest dibe ev tê wateya ku serketî? Zarokên ku ji perwerdehiya zimanê dayîkê bêpar dimînin li rastî kîjan pirsgirêkan tên?

Li Bakurê Kurdistanê û Rojava derbarê perwerdiya bi Kurdî û alternatîf de gavên mezin hatin avêtin. Lê li gorî şert û mercên Ewrûpayê rewşa heyî ji bo zarokên Kurdan ne bes e.   

Di vê hejmara PolitikART'ê de mamoste, civaknas û pedagogan ji me re modelên alternatîf û girîngiya zimanê dayikê di perwerdehiya zarokan de nivîsandin, vegotin.

Heviya me ew e ku bi rêya wan guftugoyan dê û bavên Kurd ên koçber û hîndekaran di warê giringiya zimanê dayikê de hê baldar û hestiyar bin û di dibistanan de piştevaniyekê xurt bidin zarokan.