Hevserokê PYD‘ê Salih Muslim diyar kir ku Enternasyonala Sosyalîst di dawiya kongreya xwe ya ku li Kolombiyayê hate lidarxistin, piştgirî da projeya Federaliya Demokratîk a ku ji aliyê Meclîsa Sûriya Demokaratîk ve ji bo çareserkirina aloziya Sûriya hatiye pêşniyarkirin.

Enternasyonala Sosyalîst yek ji mezintirîn rêxistinên cîhanê ye, zêdetirî 90 partiyan, di nav de 53 partiyên rêveberiya welatên xwe dikin, cihê xwe nav de digrin.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mûslim û Nûnerê Partiyê li dewletên Balqanya Ibrahîm Muslim beşarî Kongereya 25‘emîn a Enternasyonala Sosyalîst bûn.

Projeya federaliyê hate gotubêj kirin

Salih Muslim di hevdîtineke xwe de li gel ANHA‘ê li mijarê diyar kir ku di kongre de geşedanên dawî bi giştî, şerê li Sûriyê, rewşa ku Rojhilata Navîn tê de derbas dibe, siyasetên Partiya AKP‘ê hatin gotûbêjkirin.

Muslim got: “Şandeya me, di kongreyê de, girîngiya piştgiriya bi projeya Federaliya Demokratîk ji bo çareserkirina aloziya nîşan da, aloziya ku ev çend sal tê jiyankirin, sedema wê siyasetên înkarkirina ji aliyê sîstemên hakim ên li Rojhilata Navîn e.ʺ

Hevserokê PYD‘ê bal kişand ku di encamnameya Kongreya Sosyalîst a Navnetewî de girîngiya beşdarkirina Meclîsa Sûriya Demokratîk di danûstandinên Cinêv û Astanayê, serbesterana parlenemterên HDP‘ê hatin nîşandan.

Hevserokê PYD‘ê Salih Muslim anî ziman ku wan bi piraniya şandeyên kongreyê de hevdîtin pêk anîn û piroja xwe bi hemû aliyên hevdîtin bi wan re hate kirin, hate pênasekirin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN