Serokwezîrê Tirk Recep Tayip Erdogan serdana 3 welatên ereban kir. Tiştê hevbeş di navbera van 3 welatan de, ew bû ku bi îradeyek gelerî hakim ji ser iqtîdarê hatibû xwarê û bi vê yekê re, rêza serhildanên cîhana ereb destpêkir. Erdogan xwest ew yekemîn berpirsê dewletekê be ku serdana van welatan bike û „pîrozbahiyê“ ji bo „nifşê nû yê serhildanê ragihîne“. Bi gotinek din, Erdogan xwest beriya her kesî biçe da ku beşê mezin yê ticaret û îhaletan bike para Tirkiyê û bingeha „têkilyên stratejîk“ di nvabera van welatan û Tirkiyê de ava bike.
Ev welat jî Misir, Tûnis û Lîbya ne.
Em binêrin ka çawa Erdogan û rêvibiriya AKP’ê destek didan gelê van 3 welatan û çi beşdarî di rûxandina rejîmên 3 dektatorên xwînmij de kirin.
Li Tûnisê helwesta AKP’ê di destpêkê de ne diyar bû. Ew li hêviya guhertinek bingehîn bû. Li himberî zilim û zordariya rejîma Zeynalabdin Bin Elî bi salan dewleta Tirk bê deng ma. Bi vê rejîmê re dan û stendin û ticaret dikir, lê tu carî behsa mafên mirovan û çavsoriya Bin Elî nedihat kirin. Berovajî vê yekê, ticaret û têkilyên diplomasî yên xurt di navbera her 2 welatan de hebûn. Dema ku ciwanên tunisî li dijî desthilatdariya Bin Elî serî hildan, bi sedan kuştî û birîndar çêbûn, Tirkiyê qet devê xwe venekir û ji bo “aramî û stabîla Tunisê” li ser zimanê Ahmed Davudoglu doz li hikûmet û mxalefeta vî welatî kir.
Niha piştî Bin Elî reviya û artêşê pişta gel ne ya rejîmê girt, Erdogan ji bo “mêweyan” bigre dest û “nivîjşikê” bixwe berê xwe dide Tûnisê û sozên “têkilyên gerim bi rejîma nû re” dide.
Li Misir jî, tevî ku Erdogan diktatorekî mîna Husnu Mubarek mîna “abê” û “kesê zane û xwedî tecrube” dida nasîn, lê piştî dît ku hêrsa misiryan zêde bû û textê Mubarek hêjiya, axaftinên xwe guhert û şîret li Mubarek kirin û ji wî re da zanîn ku “kesek li vê dinyaya fanî namîne û her kes rojekê bar dike” û behsa destberdana ji iqtîdarê kir.
Çi bû ku ew “mirove zane û xwedî tecrube” bû “ diktatorê ku divê dest ji iqtîdarê berde û rêza iradeya gel bigre?”
Erdogan û AKP’ê helwesta DYA û YE baş xwendin û agahdar bûn ku êdî tu pêşeroja Mubarek li Misrê nema. Wan dît ku artêşa vî welatî jî destê gel girt, ji ber hindê tercîha “serhildana ciwanan” kirin û pişta xwe dan Mubarek.
Li Lîbyayê jî durûtiya Erdogan û AKP’ê ne kêmî durûtiya wan ya li Tûnis û Misrê bû. Di destpêkê de wan pişta Mummar Kaddafî digirtin û ji bo rejîma wî biparêzin li bimberî derçûna biryarên ji Konseya Ewlekariya yên derbarê “parastina gelê Lîbyaye” de derdiketin. Ji bo bi hezaran karkerên Tirk û bi milyarên dolar ticareta xwe bi Kaddafî re biparêzin, Erdogan û AKP’ê pişta Kaddafî digirtin û qet guh nedidan hawara gelê Lîbyayê. Vê helwestê heta demekê dom kir. Piştî Tirkiyê gihîşt wê baweriye ku êdî dema Kaddafî qediya û dê NATO êrîşê bibe ser Lîbyayê, Enqere helwestek nû nîşan da. Dengê xwe da ambargoya hewayî û destpê kir karkerên xwe ji wir kişand.
Tirkiyê derng “Meclisa Demî ya Lîbyayê” nas kir. Dereng hêviyên xwe ji Kaddafî birîn. Derneg “erê” ji bo mudaxeleya NATO ya eskerî li Lîbyayê got.
Lê dema şer ber bi dawiyê ve çû û hêzên Gedafi di bin erîşên belafirên NATO û serhildêran de tar û mar bûn, Erdogan bi 250 karsazî berê xwe da Terablus û Benîgaziyê û dest bi danîna “têkilyên gerim bi Lîbya nû” re kir. Wî bazara Libiyaya dewlemend dît û xwest ku Tirkiyê hevparekî xwedî cih û bandor be.
Erdogan ji alîgerê Kaddafî bû alîgerê “serhidlana Lîbyaye” û dest bi imzakirina ihaletan kir.
Li Sûriyeye jî Erdogan û AKP’ê xwedî heman durûtiyê bûn. Di destpêkê de axaftinên qelew kirin û heta gefên eskerî li rejîma Beşar Esed xwarin, lê dema ditin ku rewş cidî ye û Esed di siyaseta qirkirnê de bi israr e, wan xwe bi şûn ve kişand û gelê Sûriyeye tenê li himberî guleyen rejîma Esed hîştin.
Di dawiyê de fermandarê azad Hisên Hermûş jî teslîmî Şamê kirin. Li dijî bi hezaran penaberên ku ji ber guleyên artêşa Esed reviyabûn û xwe li Tirkiyê girtibûn, dest bi iftîrayan kirin û gotin “bi qasî 400 jin li kampa penaberan ya Hatayê rastî tecawizkirinê hatine”.
Jixwe gelê Sûriyeye ev durûtiya Erdogan zû deşîfre kir. Dema Ahmed Davutoglu 2 heftî muhlet da rejîma Esed, gelê Sûriye hêris bû û got 2 heftî demek têra wê yekê dike ku Esed bi hezaran ji me bikuje.  Bi her hal, Erdogan tiştekî zêdeyî axaftinê li vir jî nekir. Ji bo rêlibergirtina kuştina sivîlan ne mudaxeleya diplomasî û ne ya eskerî kir. Berovajî vê yekê, wî derfet da Esed da ku bêtir kuştinê bike û hîna dijwartir bi ser gelê xwe ve here. Niha artêşa Sûriyeye tê ber sînorê Tirkiyê û guleyan direşine ser her kesê ku dixwaze bireve û derbasî Tirkiyê bibe. Ev yek bi rezamendiya Erdogan û AKP’ê rû dide.
Kesên penaber yên ku AKP’ê ji wan re digot “mêvan” di şert û mercên herî xerab de dijîn. Zivistan nêzîk dibe û ew hîna di çadiran de ne. Gelek ji wan dibêjim emê vegerin welatê xwe, kuştina bi destê hêzên Esed ji vê jiyana li Tirkiyê bi rûmettir e.
Erdogan û AKP’ê niha piäta Esed digrin. Hemû helwestên wan dikevin xizmeta siyaseta Esed ya jiholrakirin û pelbiqandinê. Lê eger tiştekî nû rû bide ( mînak: derbeyek eskerî li dijî Esed ), dibe ku Erdogan yekser bibe alîgerê gelê Sûriye wek çawa ku derneg bû alîgerên gelên Lîbya, Tûnis û Misrê û bi 250 karsazî re berê xwe, ji bo ticaret û ihaleyan, bide “Şama Şerfî”!!!