Parlamenterê BDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz û Selma Irmak, ku girtî ne, têkildarî komkujiya Roboskiyê û rohînikirina komkujiyê bi boneya Serokwezîr Erdogan û Wezîrê Karên Hundir Îdrîs Naîm Şahîn bibersivîne pirsname dan meclisê.

Parlamenterê BDP'ê yê li Girtîgehata tîpa D a Amedê Sariyildiz, bi riya Wekîla Koma BDP'ê Pervin Buldan ji bo Serokwezîr Erdogan bibersivîne pirsname da meclîsê. Sariyildiz, di pirsnameya xwe de diyar kir ku komkujiya Roboskê ya 34 welatiyên Kurd ên sivîl li ber çavê her kesî hatin qetilkirin û 11 roj şûnde salek komkujiyê derbas dibe. Sariyildiz, da zanîn ku bi komkujiya Roboskiyê li Tirkiyeyê şikestinek pir mezin pêk hat û baweriya welatiyan a li hemberî edalatea Tirkiyeyê nemaye. Sariyildiz, anî ziman ku êdî ev ne tenê doza malbatên Roboskiyê ye û bûye doza lêgerîna heq, hiqûq û edaletê û bûye doza hemû gelan.
Sariyildiz, destnîşan kir ku li gel Wekîlê Serdozgerê Komarê yê Amedê ku ji xala 10'emîn a TMK'an berpirisyar e, lêkolîn kiriye jî dîsa ji ber biryara "kêmkirinê" malbat û parêzerên malbatan nikarin agahiyê bistînin. Sariyildiz, anî ziman ku wan di 8'ê Hezîrana2012'an de serî li Dozgeriya Komarê yê Amedê dane û xwestine biryara kêmkirinê bê rakirin.
Sariyildiz, anî ziman ku wan daxwaznameyên xwe radestî Sertozgerê Komarê Ahmet Karaca kirin û wiha got: "Li gel ku me daxwazname dan û parêzer pişt re bi şopa daxwaznameyan ket jî dozgerê dozê diyar kiriye ku daxwazname di dosyayê de tune û daxwaznameyên ku hatine dayîn winda kirine.
Sariyildiz, da zazîn ku daxwaznameya xwe bi rêya parêzarn dîsa di 12'ê kanûna 2012'an de dîsa bi heman armancê daxwazname da dozgeriyê û xwest ser bûyerê bê ronîkirin. Sariyildiz, ji bo ronîkirnina bûyerê ev pirs ji Serokwezîr Erdogan pirsîn: "Li herêmê dîmenên ÎHA û amûrên din yên cuda hate xwestin? Li îfadeyên kesên xelas bûn hate guhdarkirin? Serî li rayedarên qereqola cendirmeyan hate dayîn? Hikûmetê operayon û biryara barandina bombeyan erêkiriye?"

Fermana sergirtinê

Parlamentera BDP'ê ya Şirnexê ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtî ye Selma Irmak jî bi riya Wekîlê Koma BDP'ê Îdrîs Baluken pirsname da Wezîrê Karên Hundir Îdrîs Naîm Şahîn û ev pirs ji Şahin pirsîn: "Çima hêj kujerê 34 welatiyên ku ji aliyê F-16'yan ve hatin qetilkirin nayê zanîn" Çima ronikirina bûyerê tê dirêjkirin û dixwazin di nava temê de bê veşartin. Ji bo bincilkirin û veşartina komkujiyê fermana AKP'ê heye ya na? 34 welatiyên ku debara xwe bi qaçaxvaniyê dikirin ji aliyê balafirên şer ên F-16 ve hatin qetilkirin. Der barê peyvirdarên şer û pîlotan de tu lepirsîn hate destpêkirin? Ger ku serî li îfadeyên wan hatibe dayîn çi fotin?" 

DÎHA/ENQERE