
40 jinên ciwan ên ji navçeya Eyn Îsayê piştî ku dewreya leşkerî bi dawî kir, tevlî nava refên YPJ’ê bûn.
Akademiya Leşkerî ya Şehîd Arîn ya navçeya Eyn Îsa ya Kantona Girê Spî ya Herêma Firatê du mehan beriya niha dewreyeke eskerî ya bi navê “Şehîd Argîn” dabû destpêkirin.

Ji bo bidawîkirina vê dewreya ku ji 40 jinên ciwan pêk tê, merasîmek hate lidarxistin. Ji fermandarên QSD’ê Cîhan Şêx Ehmed, fermandara YPJ’ê Bêrîtan Şedadê û bi dehan şervanên YPJ/YPG’ê hazir bûn.
Merasîm bi rêûresmeke eskerî dest pê kir. Paşê Bêrîtan Şedadê got, “Şervanên me yên ku li ser rêya rastiyê û rêya şehîdan dimeşin, em bi wan ser bilind in û em ê heta dawiyê armancên xwe pêk bînin”.

Paşê şervanan sûnd xwar ku ew ê rêya şehîdên azadiyê dewam bikin û xeta wan ti caran bernedin.
Hêjayî gotinê ye ku dewreya “Şehîd Argîn” du mehan dewam kir û tê de dersên eskerî û bîrdozî hatin dayîn.
ANHA / EYN ÎSA