
Beşîkçî da xuyakirin ku li Rojhilata Navîn Kurd di bin zexta dewletên Îslamê de ne û wiha axivî: “Gava Kurd behsa mafên xwe yên demokratîk, mafên xwe yên azadiyê dikin, ji wan re dibêjin ev yek li dijî Îslamê ye. Bi vî rengî li dijî daxwazên Kurdan yên demokratîk derdikevin.”
Parastina baweriyan
Piştî axaftina Beşîkçî, li ser navê Yekitiya Elewiyên Mezopotamyayê Ergîn Dogan peyivî û da xuyakirin ku her çend elewîtî yek ji baweriya kevnare ya Mezopotamyayê û hebûna xwe heta niha dewam dike jî êşên gelekî giran dikşîne û anî ziman ku bi pêvajoya çareseriyê re bîr û bawerî ji nûve tên gotûbêjkirin. Dogan ragihand ku li Mezopotamyayê li hemberî baweriyan pêşhukmî hatiye afirandin û wiya pêde çû: “Ji bo pêşeroja Mezopotamyayê, girînge hemû bîr û bawerî di nava azadî û biratiyê de bijîn. Jîndarkirina baweriyan, wezîfeyeke sereke û neçarî ye. Girînge misliman herî zêde di vî warî de hestiyar bin. Dogan herî dawî destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û wiha got: “Em ê bi ziman, nasname û baweriyên xwe, her hebin.”
‘Em amade ne’
Li ser navê Êzidiyan jî Hecî Çelîk axivî, di axaftina xwe de destnîşan kir ku êzidî Kurd in û êzidiyên ne Kurd tinene û aşkera kir ku ew bi Kurdî diaxive, bi Kurdî dixwînîne. Çelîk bi bîr xist ku êzidî di dîrokê de her tim rastî zilm, komkujî û koçberiyê hatine û diyar kir ku ji ber vê yekê di hejmara êzidiyan de gelek kêmbûn çê bûye. Çelîk bal kişand ser girîngiya yekitiya di navbera Kurdan û wiha pêde çû: “Eger em bibin yek, em ê pirsgirêkên xwe çareser bikin û bigihêjin serketinê. Birêz Ocalan pêvajoyeke nû daye destpêkirin. Bi vê pêvajoyê re pêşî li siyaseta demokratî vebûye. Em piştgiriyê didin pêvajoyê û amadene hemû berpirsyariyên xwe bicih bînin.”
Çelîk da xuyakirin ku ev konferans dîrokî ye û xwest di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî bigihêjin azadiya xwe.
'Girtina Ocalan bandorê li ser hemû gelan dike'
Li ser navê Suryaniyan Yuhanna Aktaş di "Konferansa Çareserî û Yekîtiya Bakurê Kurdistanê" de axivî û diyar kir ku divê êş bên parvekirin. Li ser navê gelê ereb Mehmet Alî Aslan jî diyar kir ku şertên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên girtîgehê bandorê li ser hemû gelan dike. Aslan, da zanîn ku hevdîtinên ji bo aştiyê di şertên girtinê de ne exlaqî ne.
ktaş, da zanîn ku ew piştgiriyê didin perpektîfa siyasî ya tevgera Kurd û wha got: "Li hemberî nêrînên dijdemokratîk incax bi vê perspektîfê dê pirsgirêk bên çareserkirin. Pêvajoya demokratîk a Birêz Ocalan pêşxist ji hemû kesan re deriyê xwe bi azad bînin ziman vedike." Aktaş, bilêv kir ku bûyerên Parqa Gezî di encama hişmendiya dijdemokratîk pêk hatin. Aktaş, destnîşan kir ku gelê Kurd ji ber asta tê de dê ji demokrasiyê re pêşengiyê bike. Aktaş, anî ziman ku ew piştgiriyê didin hamleyê û wiha axivî: "Di nav tevgera ji aliyê Birêz Ocalan ve hate destpêkirin de ciwanên Asurî û Suryanî jî hebûn. Her çiqas hêj negihiştibe encamekê ji bo gelê Suryanî li ser xwe ve bê derfetan pêk anîn."
'Divê mafên gelê Suryanî neyên başguhkirin'
Aktaş, diyar kir ku dema pêvajî pêşdikeve divê pirsgirêkên gelê Suryanî paşguh neyên kirin û êş divê bên parvekirin û wiha pê de çû: "Li ser vê erdnîgariyê asîmîlayon li ser navê Kurdî pêk hat. Pişt re dor hate Kurdan. Em ji hemû qirkirin û zilimê re derbas bûn. Vê carê jî nav vegêrandin Tirkî. Ez bawer dikim ku qedera me û Kurdan weke hev e. Ji ber vê yekê em bi hev re têkoşîn da. Em dixwazin hûn me weke gelê bira qebul bikin. Riya têkbirina xirabiyan tiştên başkirin e. Em dê heskirina we bidomînin. Hêviya me ew e ku emrê Birêz Ocalan dirêj be."
AMED