Erkîş, bal kişand ser hevdîtinên BDP ên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk tîne û got: “Piştî heyetên BDP’ê ku çûn Îmralî, Qendîl û Ewrupa piştî van hevdîtinan bi BDP re hevdîtinê taybet hatine pêkanîn. Daxuyaniya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, a di 21 adarê de li Newroza amedê hate îlankirin, starta pêvajoyek nû hate dayîn. Dengekî mezin di nava raya gîhîştî ya Kurd û cîhanê de veda. Piraniya muhalefet û dewletên ku heta îro li dijî PKK şer dikirin, wan wek 'terorîst' didîtin daxuyaniya Rêberê PKK silav kirin.”
'Êzîdî perçeyekî çareseriyê ne'
Nedîm Erkîş da zanîn ku Komîsyona Aqilmendan ji bo çareseriyê dest bi xebatan kiriye û bi hemû aliyan re dest bi hevdîtinan kiriye û got: “Îro jî aşkereye komîsyona mirovê aqilmend ji bo çareseriyê li her deverî nîqaşan dikin. Ji bo ku ev komsiyon hemû gel, kêm netew û ola temsîlbike hewldanên mezin hene. Lê heta vêga tu kesî behsa Kurdên Êzîdî nekiriye. Wek tê zanîn bi dehan gundên Kurdên Êzîdî li Bakur hene. Bi 10 hezaran Kurdên Êzîdî ji ber gelek sedem û pirsgirêkan koçberî diasporayê bûne. Yên ku li bakur jiyan dikin jî gelek tadehî û zahmetî li wan dibe û pirsgirêkê wan gelek hene. Çawa pirsgirêka Kurd ya Tirkiyeyê ye, pirsgirêka Kurdên Êzîdî jî ya Tirkiyeyê û Kurdîstanê ye. Ji ber van sedeman jî Kurdên Êzîdî di nava tevgêra Kurd de bedelên mezin dane. Di asta herî bilind de kesayetê Êzîdî cihê xwe digirin. Berê di koma aşîtiyê ya 2’mîn de temsîla Êzîdiyan jî hebû. Ji ber van sedema jî Kurdên Êzîdî jî perçekî çareseriyêne. Divê di nava komsiyona mirovê aqilmend de muhatab werin girtin.”
Daxwazên Êzîdiyan
Erkîş, li ser navê Êzîdiyên Kelhok û hemû gundên Êzîdiyên Qubînê daxwazên xwe wiha rêz kir:
- Divê hemû sazî, rêxstin, rewşenbîr û navdarên Kurdên Êzîdî li heberî vê pêvajoyê bê deng nemînin û têkevin nava hewldanên pêwîst.
- Pêwîste Êzîdiyê ku li welat jiyandikin têkevin nava hewldanan û mafên xwe bi parêzin.
- Girînge îxtidar û terefên Kurd temsîla Êzîdiyan cidî bigirin ji bo pêvajoyê dîtinê wan jî werin girtin.
- Divê muhatabê Kurdên Êzîdî jî di nava komsiyona mirovên aqilmed de hebin.
- Pêwîste di projê çareseriyê de ji bo pêrsgirêk û neheqiyên ser Êzîdiyan hewldan û mudaxeleyên cidî werin pêkanîn.
- Ji bo veger û ewlekariya Kurdên Êzîdî bingeh û zemîna baweriyê bên çêkirin.
- Bi lezgînî gund, mal û warên Êzîdiyan ê ku hatine dagirkirin, desteserkirin û talankirin werin radestkirin.
- Pêwîste nasnameya ola Êzîdiyan di makezagona nû de were qebulkirin.
DÎHA/ÊLIH