Pêvajoya aştiyê ya sala borî li Kolombiyayê dest pê kiribû pêş dikeve. Hat ragihandin ku di çarçoveya hevdîtinan de destûr hatiye dayîn ku rêxistina siyasî ya bi navê Yekîtiya Welatparêz a FARC´ê bi awayekî qanûnî siyasetê bike.

Di sala 2002´an de ji ber namzet nîşan nedabû tevlîbûna hilbijartinan a Partiya Yekîtiya Welatparêz hatibû astengkirin û statuya xwe ya siyasî wenda kiribû. Dadgeha Bilind diyar kir ku ev partî di wê demê de ji aliyê tîmên kuştinê yê dewletê ve hedef hatiye nîşandan û biryar da ku ji Yekîtiya Welatparêz re statuya siyasî were dayîn.
Partiya Yekîtiya Welatparêz, di sala 1985’an de di pêvajoya ku FARC’ê bi Serokkomarê Kolombiya Belîsarîo Betancourt hevdîtinên siyasî dabû destpêkirin hatibû avakirin. Bi qasî 3 hezar endamên Yekîtiya Welatparêz û hin namzetên serokkomariyê ku hikûmetê çav li bûyeran girt ji aliyê milîsên rastgir û qeçaxçiyên narkotîkê ve hatibûn qetilkirin.
Biryara dadgehê di pêvajoyeke ku di navbera hikûmeta Kolombiya û FARC’ê de ji bo bidawîkirina şerê 50 salan hevdîtin pêk tên, weke gaveke girîng tê nirxandin. Ji ber şerê ku di salên 1960’î de destpê kir 600 hezar mirovan jiyana xwe ji dest da. Tê diyarkirin FARC´ê xwedî 8 hezar gerîllayan e. 

BOGOTA