Fawaz Husên, ku bi “Amîdabad” (2001) û “Parîsabad”ê (2010) cihekî bingehîn di kitêbxaneya Kurdî de vê carê bi “Barê Şevê” derdikeve pêşberî xwendevanên Kurdî. Nivîskar Husên, di vê pirtûka xwe de bi gotina “Rustemê Zal, Şêrko û Dara ji mêj ve ji dinyayê bar kiribûn. Dijwariya jiyana li Ewropayê û bedbextiya wan ew yekser şandibûn warê fena û nebûnê. Kurdistan jî, wek berê, welatê karwanên mezin û talanên mezintir bû. Wek herdem, Kurdan pişta xwe didan derd û birînan û berên xwe ber bi bajarên windabûnê ve dikirin. Rêberan hîna bi leşkerên dagîrker re kar dikir û gundî û bajarî bi gemî û bi kamyonên tije diavêtin ser çav û wijdana Ewropayê.Wan bajarên Ewropayê li ber çavbirçiyan dikirin bihuşt û qesra Elî çardeh derî û xêra Xwedê." li ser çîroka Kurdên koçber rawestiya û serpêhatî û çavdêriyên xwe tîne ziman. Nivîskar Fawaz Husên di romana Barê Şevê ya nû dide li ser çiroka Kurdên ku 2 caran ji welatê xwe bar kirine û ji bo xewnekê tên li deriyên Ewropayê didin radiweste.
AMED