
'Bila Ocalan û girtiyên şoreşger bên berdan'
Di encamnameya Konê Ciwanan de tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate rexnekirin û hate xwestin di serî de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hemû girtiyên şoreşger serbest bên berdan. Di encamnameyê de hate xwestin ku ciwan tev li şerê dewletên serdest ên neheq hebin û ji bo avakirina cîhanek bê sînor û bê çîn tekoşîna yekdest a ciwanan bê avakirin.
Banga têkoşîna ji bo xwezayê
Di encamnameya Banga Ekolojiyê de jî hate xwestin ku li dijî xweseriya av, çavkaniyên xwezayê û çavkaniyên jiyanê yên di nava sînorên Tirkiyeyê û sînorên Îran, Iraq û Sûriyeyê de têkoşînek hevbeş bê meşandin. Hate xwestin ku li gorî felsefeya paradîgmaya civaka ekolojik li Mezopotamyayê tevgera ekolojîk bê avakirin. Hate gotin ku divê li dijî endustribûnê û dewlet-netewa kapitalist tekoşîna ekolojîk û demokratîk bê meşandin.
'Divê polîtîkayên bişaftinê bi dawî bibin'
Di encamnameya Konê Ziman ê di pêşengiya TZP-Kurdî de hate avakirin de jî hate gotin ku ziman ne tenê amûra ragihandinê ye her wiha nirxê herî girîng yê mirovahiyê ye û hate xwestin ku polîtîkayên bişaftinê yên li zer ziman û çandê bê rakirin û zimanê zikmakî ji bo her kesî bibe zimanê fermî perwerdehiyê.
Di encamnameya Tora Mafê Kolektîf a Gelê Tevahiya Cîhanê de jî hate gotin ku dê bi tevgera gelê Kurd re di nava têkoşinek hevbeş de be. Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku dê li ser erdnîgariyekê di nava civaka polîtîk de mafê gelan a kolektîf biparêzin.
'Ji bo azadiya jinê piştevanî pêwist e'
Di encamnameya Jinan de jî hate xwestin ku jin di hemû qadan de bi hevre têbikoşin û li dijî qirkirina jinê di nava têkoşînek pevpar û piştevaniyek xurt de bin. Hate xwestin ku Neteweyên Yekbûyî têgeha "qirkirinê" wekî sûcê mirovahiyê di peymanê de bicih bike û her wiha ji bo têgeha Jinosid, Feminisid, Femili gendersid bê bikaranîn hewldan bê destpêkirin. Jinan di encamnameyê de diyar kir ku azadiya zayendê dê azadiya jinê û azadiya jinê jî dê azadiya Mezopotamyayê bixwe re bîne.
Serhildana gelên Rojhilata Navîn...
Piştî encamnameyê daxuyaniya hevbeş a FCM'ê hate xwendin. Di daxuyaniya Asamblesî ya Tevgera Civakî de hate diyarkirin ku li erdnigariya Mezopotamya û Rojhilata Navîn bi serhildana gel re daxwaza azadiyê û demokrasiyê bilind bû û ev yek ji bo mirovan bû heviyek nû. Di daxuyaniya hevbeş de wiha hate gotin: "Serhildana gelê Rojhilata navîn her çend kevneperestan têk bibe jî hêzên kapitalizmê û emperyalismê li hemberî vê yekê dibin asteng û destûr nadin ku bigêjin mafên xwe. Em serhildana gelê herêmê serhildanek ji rêzê nabînin. Bi wate û girîng dibîn.
Di vê dema ku hêzên serdest li dijî Têkoyîna Gelan a Azadiyê pilana tifaqê ya aborî, çandî, siyasî, leşkerî û diplomatik dixe meriyetê, pêwiste em jî li dijî vê yekê têkoşînek hevbeş û tifaq bimeşînin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tundiya li dijî jinê li her derê cîhanê yek e û ji bo têkoşîna li dijî tundiya jinê jî divê hemû jin li dijî êrîşa li hemberî beden, nasname, çand, zayend û hemû nirxên jinê bibin yek û bi hevre têkoşînek hevpar bidin meşandin. Hate xwestin ku her çend ziman, çand, nasname û welatê wan çi dibe bila bibe êrîşên li ser jinan yek e û divê jin li hemberî hemû êrîyan hêz û çalakiyên xwe bikin yek.
ANF/AMED