”Ji ber ku me hêzeke leşkerî ya hevbeş ava nekiribû, çete derbasî gundên Asûriyan bûn. Armanca wan a sereke ew e ku gelê asûrî koçber bikin. Niha em herêmê diparêzin û pêwîsteya me bi alîkariya çekan heye.”
Înîsîyatîfa şer di destê me de ye
Xoşaba di biwara rewşa şer a dawî de got, "ji bo ku em gelê xwe biparêzin em bi hêzên YPG, YPJ, Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan, Asayîş û Sotore re ketine nava hevkariyê de. Amedekariyên me ji bo parastina hemû pêkhateyan mezin e. Me niha DAIŞ dûrî herêmê xistiye, insyatîfa şer di destê hêzên me deye."
Bi tenê bi yekîtiyê em dikarin bi ser kevin
Xoşaba îşaret bi nebûna bereyeke hevbeş beriya êrîşên DAÎŞ´ê kir û got, "ev şaşîtiya me ye. Pêwîst e beriya herêm rastî êrîşan were me bi YPG û YPJ’ê re hêzeke hevbeş sazkiriba. Niha Til Hemîs û Til Berek vê rastiyê li ber çavan diyar dike. Li wê herêmê, ji ber ku gelê herêmê bi hêzên YPG, YPJ, Hêzên Sendadîd û Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan re bûn yek herdû bajarên stratejîk hatin rizgarkirin. Niha jî li herêma Xabûr bi yekîtiyê tenê bi yekîtiyê em dikarin biserkevin. Di yekîtiya hêzên me behsa wan kir de girîngiyeke mezin heye, bi saya vê yekîtiyê dê gundên asûriyan ku ji aliyê çeteyan ve hatine dagirkirin, bêne rizgarkirin û dê şêniyên herêmê vegerin malên xwe."
Endamê Fermandariya Meclîsa Parastina Xabûr, Berwar Xoşaba bang li ciwanên Asûrî jî kir û got, "Banga min ji ciwanan re ew e ku vegerin gundên xwe, em bi hêzên YPG û YPJ re hêzeke leşkerî ya bi hêz ava bikin û herêmên xwe biparêzin. Kesên ku koçber bûne û nikarin çekan rakin jî banga min ji wan re heye, banga min ji wan re bila alîkariya madî û lojîstîkî pêşkêş bikin, da ku em karibin berisva êrîşên çeteyan bikin."
Xoşaba her dawî got, "em li ser navê dinyayê şerê terorîstan dikin" û banaga alîkariya eskerî, sîleh û lojîstîkê kir li civaka navneteweyî.
CÎHAD ROJ/ANHA/TIL TEMIR