Li Başûrê Kurdistanê di çarçoveya kampanyaya ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî komkirina milyonek îmze de pêr Rêveberê Navenda Polîsan a Yayçî ya girêdayî Kerkûkê Fermandar Şivan û  kurê xwe çûn serdana navenda Partiya Çareseriya Demokratîk a  Kurdistanê (PÇDK)’ê ya Kerkûkê. Şivan ji aliyê endamên Desteya Peywendiyên Giştî yên Derve yên PÇDK’ê ve hatin pêşwazikirin.

Rêveberê Navenda  Polîsan a Navçeya Yayçî ya girêdayî Kerkûkê, Fermandar Şivan  2 hezar îmze ji bo Rêberê Gelê Kurd û girtiyên siyasî ku kom kiribû radestî endamên PÇDK’ê kirin. Fermandar Şivan da diyar kirin ku, bi komkirina van îmzeyan gelekî kêfxweş e û weke wefayeke ji bo Ocalan û gelê xwe kiriye û wiha dewam kir: “Gelê Kurd ji dost û dijmin re aştîxwaziya xwe îspat kiriye û di meydana şer de jî leheng, dilêr û berxwedêr e.  Her ferdekî Kurd û tevahî mirov û dost divê xebatê bikin ji bo azadiya Rêber Apo û girtiyên siyasî. Ji ber ku girtiyê li Îmrali ne bi tenê ye. Kilîda çareseriya aştî û demokratîkbûna Tirkiyeyê û cihanê ye."

'Cihê wî nav gelê xwe ye'

Di çarçoveya kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî tê meşandin de, Kurdê bi navê Xaçoyê Qero Ûsoyan, bi tena serê xwe li bajarê Nîjnî-Novgorode ê Rûsyayê 2 hezar û 500 îmze kom kir.
Kurdê bi navê Xaçoyê Qero Ûsoyan di çerçoveya kampanya îmzeya a ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî tê meşandin de, li bajarê Rûsyayê Nîjnî-Novgorodê li gor derfetê xwe yê şexsî 2500 îmze berhev kirin. 

KERKÛK/NÎJNÎ-NOVGOROD