35’emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê ku mazûrvaniya 223 fîlmên ji 62 welatan dike, dewam dike. Di çorçoveya festîvalê de Filma Kurdî ku derhênêriya wê Tayfûr Aydin dike, bi beşdariya girseyeke bîneran hat nîşandan. Mijara fîlmê trajediyeke mayînde ye li Kurdistanê.
Fîlma ku li Fransa, Tirkiye, Îran û Kurdistanê di nava 6 mehan de hatiye kişandin, balê dikişîne ser sînorên Kurdistanê. Fîlma 98 deqe dirêj, di cûreya dramê de ye di beşa pêşbirka neteweyî de weke namzetê balkêş ê xelata mezin tê nîşandan.



Çîroka rêwitiyeke neqanûnî

Lîstikvana Filmê Şebnem Hassanisaoughî got, ew heta niha di fîlmekî Kurdî de nelîstibû û wiha peyivî: “Fîlm ne ku bi tenê pêwendiyê wê bi Kurdan re heye. Li wê herêmê hat kişandin lê tevahiya mirovahiyê elaqedar dike. Ji bo min tecrûbeyeke girîng bû jiyana li wir. Ji ber ku mijar jiyana jinekê bû ku bi rêyên qaçaxî û li ser pişta hêstiran sînor derbas dike, hinekî zehmet bû.”
Mijara fîlmê li ser aktrîsteke Îranî ye ku li Fransa dijî û vegera wê jî qedexe ye. Sara ya sirgûn, piştî ku nameyekê ji bavê xwe werdigire biryarê dide ku bi rêyên neqanûnî vegerê gundê xwe. Li Bakurê Kurdistanê bi saya qaçaxçiyan derbasî Rojhilat dibe, lê qijikeke reş jî her rêhevaltiya wê dike. 


 STENBOL