Derhêner Asif Kapadia ku wergirê xelata Oscarê ye, belgefîlma lîstikvanê fûtbolê yê efsanewî, Diego Maradona çêkir. Ji belgefilm parçeyek hat weşandin.

Derhêner Asif Kapadia li ser hunermend Amy Winehouse bi navê “Amy” belgefilmek çêkiribû û pê Xelata Oscarê wergirtibû. Niha jî wê destê xwe bi çêkirina belgefilma Maradona kir. Ji bo danasîna pêşi ji belgefilmê parçeyek hat weşandin.

Maradona wekî yek ji lîstikvanên fûtbolê yê herî serketî yê her demê hatibû hilbijartin. Di belgefilmê de jiyana wî ya taybet û salên wî yên serketî yên 1980’yî ku li tîma Napolî derbas kirin, tên pêşberî temaşevanan. Di belgefilmê de dîmenên arşîvî ku heta niha qet nehatine weşandin jî dê hebin.

Li gorî agahiyên ku belavkirî, belgefilm di 72’yemîn Festîvala Filman a Cannesê de di beşa derveyî pêşbaziyê de dê bê nîşandayîn. Hat gotin ku di galaya li Cannesê de Maradona jî wê amade be.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN