Li banliyoya Parîsê Villeneuve, li ser banga Navenda Çanda Kurd a Demokratîk û tevgera jinên Kurd mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtîngê de berxwedana xwerêveberiyên li Kurdistanê hat silavkirin û lenet li faşîzma AKP’ê hat anîn.
Çalakî li ber avahiya Şaredariya Villeneuve pêk hat û rayedarên şaredariyê, Partiya Komunîst a Fransayê û Sendîkaya Kar a Giştî (CGT) jî destek dan çalakiyê. Di axaftinên li mîtîngê de hat ragihandin ku faşîzma AKP’ê sûcê şer dike û divê li dadgehên navneteweyî were darizandin. Qisekeran destnîşan kir ku mafê herî xwezayî yê gelê Kurd xwerêveberî wê bi ser keve û mîna DAIŞ’ê, AKP jî wê têk biçe.
Li Dranciyê Kurd û dostên wan meşiyan
Li banliyoyeke din a Parîsê, Drancyê jî, Navenda Civaka Demorkatîk a Kurd û Meclîsa Jinê bi hevkarî meşek organîze kirin. Meşê ji ber Şaredariya Drancyê dest pê kir û li ber gara Bobignyê bi dawî bû.
Nûnera tevgera jinan Zozan Serhat li vir axivî û destnîşan kir ku Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Silopiya û gelek herêmên Kurdistanê sembolên dîrokî yên berxwedana bi rûmet in.
Serhat diyar kir ku xweparastin, vîna xwerêveberiyê û vîna xweparastinê ya gelê Kurd gelekî hêja û pîroz e û got, “Ev gel wê serî li ber AKP-DAIŞ‘ê netewîne, wê li ber xwe bide. Gelê Kurd ev 40 sal in ku gelek desthilatdarî dîtin. Şahidî kir hilweşîna gelekan ji wan. Ew ê şahidiyê bike li hilweşîna AKP’ê jî. AKP wê biçe, lê gelê Kurd û azadiya gelê Kurd wê bimîne.”
PARÎS