Perwerdeya ku tê dayîn di warê taktîkên şer de jî pisporiyeke şerê gerîla dide avakirin û lêhûrbûna taktîkên şer ji bo wan tên şirovekirin. Pêşmergeyên ku dewreya perwerdeya sekvanî dibînin pir kêfxweş dibin û bi fêrbûna vê perwerdeyê re biryara xwe ya li ser dijminên Kurdan de biçin.

´Em ji gerîla razî ne´

Pêşmerge Aram derbarê perwerdeyê de wiha nêrînên xwe tîne ziman: "Girêdayî birêz Mehmûd Sengawî me û biraziyê wî me (Yek ji fermandarên YNK’ê ye). Em hatine vir perwerdeyek bingehîn a sekvanî (sûîqest) li cem hevalan bibînin. Em gelek spasiya wan dikin ji ber tecrûbe û perwerdeyeke baştir a wan heye. Hûn jî baştir dizanin li Celawla, Xaneqîn ta Kobanê çeteyên DAIŞ metirsiye li ser herêmên Kurdistanê. Destên pir kûr û qirêj di nav de ne, bi taybet Tirkiye, armanca wan ewe ku hêza yekgirtî ya Kurdan ji hev bixin û Kurdan ji holê rakin. Lê tecrûbeyên me yên ku me ji dîrokê girtî wê nehêlin ku em bi bikevin û tune bibin. Em bi hêvî ne hemû Kurdistan di demek nêz de wê rizgar bibe û bibe yek parçe. Gelek spas dikin ku hevalên PKK’ê hatine vir û parastina vê herêmê dikin. Bi hêvî ne ku di demek nêz de bi hev re agirê Newrozê li Amed, Kobanê û Sinê pêxin."

´DAIŞ dijminê hemû Kurdan e´

Pêşmergeyê bi navê Arjwan Cemîl Mihemed jî got: "Girêdayî fermandar Cemîl Mihemed im, Di wezareta Pêşmergeyan de diçim dewamê. Hatime li cem hevalên PKK’ê, ji bo dewreya Sekvanî. Hedefa min ew e ku bibim Sekvanekî çalak ji bo li beramberî dijminên Kurdistanê şer bikim." Pêşmergeyê bi navê Armanc Elî Sabir Mihemed jî got: "Em hatine vir ji bo perwerdeyê ji destê gerîlayên PKK’ê bibînin. Ji ber îro hatine li gel me di yek çeperê de li dijî dijmin û xwînmijên DAIŞ’ê şer bikin. Ji bo wê dibêjim; ji vir ta Kobanê pêwîst e her ferdek Kurd xwe berpirsyar bibîne, li ser dijminên Kurdan de biçin. Ew dijminên ku fêrî mijandina xwîna Kurdan bûne. Niha jî li her çar parçeyên Kurdistan, ji vir ta Qendîl ta Kobanê pêwîst e em, hemû xebat bikin ji bo li ser dijminên Kurdan de biçin.

´Armanca Kurdan yek e´

Pêşmerge Ettar Ehmed Mihemed jî anî ziman ku ew jî li gel hevalên xwe yên pêşmerge hatiye li cem gerîla ji bo fêrî perwerdeya Sekvanî bibe.
Ettar diyarkir ku ji ber ew dixwaze li ser Sekvanî pispor bibe, da ku karibe li dijî dagirkerên Kurdistanê şer bike û wiha dirêjî da axaftia xwe: "Çeteyên DAIŞ’ê jî hatine ser xaka Kurdistanê, hedefa wan ew e ku xewnên Kurdistanek azad li me heram bikin. Lê belê em ê plana wan têk bibin." Helwewt Hemeê Xizir jî got: "Ez xelkê bajarê Silêmaniyê me, girêdayî Hêzên Niştimanê Kurdistan im. Hatime perwerdeyê li cem hêzên gerîlayên PKK’ê bibînim, ji bo parastina xwe û tevahî gelê Kurdistan. Û ez ê heya dawî li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer bikim.

´Em jiyana gerîla meraq dikin´

Pêşermegeyê bi navê Samal Mihemed yê girêdayî fermandar Mehmûd Sengawî ye wiha got: "Em hatine cem hevalan ji bo dîtina perwerdeya Sekvanî. Ji ber li Kobanê ta Celawla metirsiyek mezin li ser gelê Kurdistanê heye. Çeteyên DAIŞ’ê hatine li beramberî me şer dikin, em jî hatine dewreya perwerdeyê bibînin ji bo parastina xaka Kurdistanê şer bikin. "

ANF/KERKÛK