
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê da xuyakirin ku hêzên gerîla li rêya Amed-Çewlikê çalakiya ‘rê girtinê’ pêk anîne, li Heftanînê jî leşkerên di çêkirina rê de cih digirtin bûne hedefa wan.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê têkîldarî bomberdûmanan jî detay parve kirin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiya li rêya Amed- Çewlikê ev agahî parve kirin: “13’ê Adarê saet 09.00-11.00’an hêzên gerîlayên me rêya Amed-Çewlikê girtine. Hêzên me yên li vir kontrola nasnameyan kirin, her wiha 4 wesayîtên ji hikûmeta AKP’ê re dixebitî dan rawestandin, alavên tê de destser kirin, 4 wesayît jî bi şewitandinê îmha kirin.”
Li Heftenînê çalakî
HPG’ê da xuyakirin ku li hember hêzên artêşa Tirk ê li Heftanînê ku li sînorê Başûr-Bakurê Kurdistanê ye, di çêkirina rê de cih digirtin hatine hedefgirtin, wiha got:
“17’ê Adarê saet 15.00’an artêşa TC a li qada Şehîd Kendal a li xeta sînorê herêma Heftanînê ya ji Herêmên me yên Parastina Medyayê bi cih bûne, hewl dan rê çêkin. Hêzên gerîlayên me leşker û kepçeyên di çêkirina rê de cih digirtin kirin hedef û bi çekên giran çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin.”
Bomberduman didomin
HPG’ê têkîldarî bomberdûmana li ser qadên gerîla jî ev detay parve kirin: “17’ê Adarê saet 15.00-17.00’an qereqola Şkêr a li sînorê navçeya Çelê ya Colemêrgê; qada Çiyayê Reş a girêdayî Herêma Zapê, saet 22.00-23.00’an qereqola Tepê Ortê; dîsa qada Çiyayê Reş, saet 21.00-22.30’an qereqola Bîlîcanê herêmên derdora xwe bi obus, hewan û tankan bombe kir.
17’ê Adarê saet 22.00-23.00’an artêşa TC a li derdora girê Şehîd Zerdeşt a li xeta sînorê herêma Avaşînê bi cih bûne, derdorên xwe dan ber çekên giran.
17-18’ê Adarê saet 17.30-18.00’an li ser herêma Heftanînê, saet 21.00-06.30’an li ser herêma Zapê, 18’ê Adarê saet 06.00-10.30’an li ser herêma Garê pêgerên hewayî yên keşfê geriyan.”
ANF/BEHDÎNAN
Ji TŞYG’ê çalakiya destpêkê
Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) çalakiya xwe ya destpêkê ya leşkerî li Hatayê pêk anî. Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan bi daxuyaniyeke nivîskî, li ser çalakiyê ev agahî da:
“Li dijî sîstema serdest a TC û AKP a faşîst hevkar, weke Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan me çalakiya me ya destpêkê pêk anîn. Roja 15’ê Adarê saet di 03:30 de li ser rêya Kirikhan a Hatayê, milîtanên me yên TŞYG li hemberî maşîneke zirxî ya bi tîpa Cemse çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Maşîna zirxî di encama vê çalakiyê de derbên giran xwar. Der barê kuştî û birîndarên sîstema faşîst de agahî bi destê me neketin.”
HATAY