Kaya, bal kişand ser rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û anî ziman ku ev pêkanînên li dijî Rêberê wan pêk tên qet nayê qebûl kirin û bê bersîv namîne. Kaya, destnîşan kir ku zêdeyî 2 mehan e agahiyê ji Ocalan nagirin û wiha got: „Em nizanin ku Rêberê me dijî an an? Dixwazin roj bi roj Rêberê me îmha bikin. Di şexsê rêberê me de li dijî gelê me polîtîkaya îmhayê dikeve meriyetê. Ev yek qet nayê qebûlkirin.“

‘Pêvajoya komkujiyê dest pê dikin’
Kaya, bal kiyand ser operasyonên siyasî û wiha berdewam kir: „Her roj her roj gelê me bi binçavkirin û girtinê hişyar dibe. Her roj siyasetmedarên kurd tên binçavkirin û girtin. Li ser gelê me teror tê meşandin. Di şexsê Rêber Apo de li ser gelê me komkujiyê didin meşandin.“
Kaya, bang li gelê kurd, hêzên demokrasî û gelê Tirkiyeyê kir ku li hemberî vê qirkirina mirovahiyê bêdeng nemînin. Kaya, ji her kesî xwest ku têkoşîna rûmetê bilind bikin û li hemberî pêkanînên ku rûmet, demokrasî û azadiyê dixin bin piyan dengê xwe bilind bikin. Kaya, di daxuyaniyê de bang li malbatên girtiyan û gelê kurd kir û xwest li hemberi vê binpêkirina rûmetê rabin serhildanê û li nirxên xwe xwedî derkevin. Kaya, dîsa bang li hemû malbatan û gelê kurd kir du di roja 9‘ê cotmehê de her kes derkevin kolanan û 9’ê Cotmehê şermezar bikin. Kaya, destnîşan kir ku li hemberî vê pêkanîne bêdengî nayê qebûl kirin û bêdengî tê wateya piştgiriyê.

‘Dawî li vê pêkanînê bînin’
Kaya bang li rayedarên hikûmetê û dewlete jî kir û xwest dawî li van pêkanînan bînin. Kaya, da zanîn ku ger ev pêkanîn bi dawî nebin dê encamek pir xerab derkeve holê û wiha dawî li daxuyaniyê anî: „Em disa hişyar dikin û dibêjin dawî li pêkanina li ser Rêber Apo bînin. Azadî û tenduristiya Rêber Apo hinceta aştî û şer e. Pêkaninek neyînî ya li hemberî Rêber Apo dê encamên pir xerab derxe holê. Ji ber vê yekê em bang li rayedarên Tirkiyeyê û raya navneteweyî dikin ku dawî li van pêkanînan bînin.“


 DÎHA/NAVENDA NÛÇEYAN