Girtiyê bi navê Azad Bakşî yê ku di 15'ê Tîrmeha 2012'an de ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê bi 180 girtiyan re sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Şakranê hate kirin diyar kir ku ji ber li hemberî binpêkirinên mafan derketin ew jî di nav de ji gelek girtiyan re bi hinceta "îsyan derxistin" ji her yekî re 10 roj cezayên hucreyê hatin dayîn. Bakşî, di 23'yê gulanê bi riya telefonê bi malbata xwe re axivî û got girtiyên hatin sirgûnkirin destûrê nadin hev bibînin û ji her yekî re 10 roj cezayê hucreyê hatin dayîn.
Bavê Bakşî Abdullah Bakşî diyar kir ku ew ji jiyana kurê xwe bi guman e û zext û binpêkirinên li girtîgehên Tirkiyeyê pêk tên li tu cihên cîhanê tunene û wiha got: "Ligel zarokên me sirgûnî girtîgehên dûr dikin cezayê hucreyê didin wan. Ligel ewqas binpêkirinên mafên mirovan di çapemeniyê de derdikevin tu rayedar daxuyaniyan nadin. Ev yek me bi guman dike. Tu ewlehiya zarokên me yên rastî îşkence û muameleyên xirab tên tuneye. Divê hemû kes li hemberî rewşa girtîgehan bi hestiyar be."
DÎHA/ŞIRNEX