Girtiyên PAJK'ê ku dema di girtigehê de ketibûn greva birçibûnê ji ber piştgiriya gelê Kurd a derve spasiyên xwe anîn ziman. Girtiyên girtî yên PAJK'ê daxuyaniyek nivîskî da û girtiyên PKK'ê û PAJK'ê di 12'ê Îlonê de ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd bi tevlêbûna 67 kesan dest bi çalakiya giravê kirin û wiha gotin: "Çalakiya greva me ya birçibûnê ya ji bo mafê demokratîk piştî meşek 2 mehan gihişt 10 hezaran û li derve jî bi tevlêbûna bi milyonan kesan mezin bû. Di roja 68'an de li ser banga Rêberê me, me dawî li çalakiya xwe anîn. Jiyanek azad û demokratîk mafê gelê Kurd ê herî rewa ye. Heta ku gelê Kurd ji mafê xwe yê rewa, demokratîk ên azadiyê bêpar bimine, de li Tirkiyeyê aştiyek mayinde û demokrasî pêş nekeve. Em girtiyên siyasî ku ji hemû mafên xwe û amûrên xwe yên têkoşînê bêpar mane ji bo bibin dengê wîjdanên razane me ji bo 2 daxwazên xwe yên sereke dest bi vê çalakiye kirin. Me xwest di nava rewşa ku înkar û îmha didome de em karibin pêkanîya aştiyê bînin ziman. Me xwest bang li wîjdanan bikin û li dijî kesen ku xwe wekî xweda û gewî dibînin helwesta xwe nîşan bidin ê bêjin bes e. Me xwest dawî li agirê dojeha xwedayan bînin. Me xwest li diji vî agirê dojehê dengê yekîtiya tekoşîna jiyana wekheviya wekhev, azad û demokratîk bilind bikin. Girtiyên PAJK'ê da zanîn ku wan ji bo mafê xwe yê dewa û demokratîk ê gelê Kurd û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wekî kevirekî avêt deryayê û pêlê wê dilopê pêl bi pêl li hemû deryayê belav bûn. Girtiyen PAJK'ê da zanîn ku dê ji niha û şûnde jî vê dozê û daxwazên xwe bişopînin û heta dawî li pey daxwazên xwe bin.
Girtiyên PAJK'ê di berdewama daxwiyaniya xwe de spasiyên xwe bi taybet ji dayikan re jî anîn ziman û wiha dawi li daxuyaniyê anî: "Em spasiyên xwe ji hemû kesên ku di vê demê de em tenê nehiştin, kesên demokrat, rewşenbir, nivîskar, parêzer, parazvanê mafên mirovan, hunermend, jin, zarok, ciwan nûnerên saziyen sivîl, xwendekar û hemû kesên dengê xwe da dengê me, re spas dikin. Em bi taybetî spasiyên xwe ji dayikên ku li ber deriyê girtîgehan nobet girtin û qad vegerandin dibistanên jiyanê û hemû derî dan vekirin dîsa bi can û ruhê xwe piştgirî dan têkoşîna me ji dayikan re spasiyên xwe tînin ziman. Em spasiyên xwe ji zarok, jin û gelê xwe yê bi her alî piştgirî da me re dikin. Em dîsa piştgiriyê xwe ji tekoşîna jinên ku li dervê sînor ji mere hatin re dikin.”
AMED