Der barê mijarê de li ser navê girtiyên PAJK û PKK'ê Denîz Kaya daxuyaniyeke nivîskî da. Kaya destnîşan kir ku tê xwestin gelê Kurd di şexsê Rêberê PKK'ê Abudllah Ocalan de bê îmhakirin. Kaya banga "berxwedana topyekun" li gelê Kurd û malbatên girtiyan kir.
Banga 'yekîtiya neteweyî'
Kaya bang li rêxistin û partiyên Kurdan kir û xwest yekîtiya xwe ava bikin û wiha berdewam kir: "Bila neyê jibîrkirin ku yekîtiya me dê bibe azadiya gel û welatê me û têkçûna dagirkeran. Ji ber vê yekê em bang li hemû Kurdên çar parçayên Kurdistanê dijîn dikin û dixwazin li dijî seferên îmha û dagirkirinê yên nû berxwedana neteyewî pêş bixîn."
Kaya daxuyand ku ew hamû girtiyên PKK û PAJK'ê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re çavên xwe vekirine û dê bi Ocalan û gelê Kurd re hebûna xwe biparêzin. Kaya di berdewama daxuyaniyê de wiha got: "Îro şûnde jî em ê di şopa Rêber Apo de bimeşin û di doza azadiya gelê Kurd de meşa xwe bidomînin. Tu hêz, pêkutî, tehdîda cezayê nikare me ji vê dozê vegerîne û pêşiya berxwedana me bigire."
3 daxwazên çalakvanan
Kaya li dijî astengkirinên hevdîtinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a bi parêzeran re nerazîbûn nîşan da û daxwazên girtiyan wiha anî ziman:
- Dîvê di demeke kin de azadiya Rêberê me pêk bê.
- SErokatiya me her roj ber bi mirinê ve tê birin. Ewlehiya canê Rêber Apo nîn e, ji ewlehiya canê Rêbere me CPT, Neteweyên Yekbûyî, DMME û hemû hêzên navneteweyî berpirsyar e. Ji ber vê yekê ev saziyên navborî divê berpirsyariyên xwe bi cih bînin û heyeteke bişînin Îmraliyê û lêkolînê bikin.
- Divê li Tirkiyeyê heyeteke serbixwe biçe Îmraliyê û lêkolînê bike, encamên lêkolînê bi raporeke ji raya giştî û gelê me ve parve bikin."
Dê 2 hefteyan dernekevin hevdîtinan
Kaya diyar kir ku ew ê ji bo ku daxwazên wan bi cih bê ji 1'ê Cotmehê şunde 2 hefteyan dernekevin hevdîtinan û wiha berdewam kir: "Tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bikin. Azadî û tenduristiya Rêber Apo temînata bi hevrejiyîna gelên me, şer û aştiyê ye. Êrîşa li dijî Rêberê me dê encamên ku kesek nikare di bin de rabe derxîne holê. Ev ax dê vegere dojehê. Dîvê dewleta Tirkiyeyê û hêzên navneteweyî hesabê vê yekê baş bikin. Bila bizanibin ku di cîhaneke ku Rêber, gel û hêzên me yên azadiyê nebin de em ê jî nehelîn kesek rehet bijî."
DÎHA/AMED