Li Amedê televîzyona herêmî Gun TV ku heta niha bi zaravayê Kûrmancî yê Kurdî dest bi weşanê dikir, gavek din li weşanê xwe zêde kir. Gun TV, ji niha û şûnde dest bi bultena Dimilkî ya rojane dike. Editorê Serwîsa Dimilî Enver Yilmaz, diyar kir ku wan 2 sal berê dest bi xebat û bingeha zaravayê Dimilkî kir. Yilmaz, anî ziman ku êdî wan bername têr kiriye û hatine asta ku dest bi weşana rojane bikin. Yİlmaz, da zanîn ku êdî dê rojane nûçeyên zazakî pêşkêş bikin. Yilmaz, da zanîn ku zaravayê Kûrmancî gelek pêş ketiye û êdî dikarin b her awayî weyanê bikin, lê zaravayê Dimilkî bi qasî tê payin û tê xwestin peş neketiye. Yilmaz, da zanîn ku lazime li hemberî polîtîkayên asimilasyonê ziman bê parastin û hem bi weşanan û hem jî bi xebatên din ziman bê parastin. Divê li her qadê zaravayê Dimilkî bê axaftin û zindî bê girtin. Ji ber ku li dibistanan bi tirkî tê axaftin lazim e ku em bi rêya televîzyon û weşanên din zimanên xwe biparêzin. Niha em dest bi weşana bultena zazakî dikin û ev ji bo Tirkiyeyê gavek yekem e.
Yilmaz, anî ziman ku wekî Gun TV bi feraseta pir ziman û pir deng tev digerin û vê yekê wekî dewlemendiyekê dibînin. Yilmaz, destnîşan kir ku dema li vê dewlemendiya pir ziman û pir reng dinerin zaravayê Dimilkî jî ji bo wan dewlemendiyek e. Yilmaz, da zanîn ku ev gav bi taybetî ji bo çapemeniya muxalif gelek wadetar û girîng e. Yilmaz, da zanîn ku ger zimanek bê windakirin hiş û ruhê wê civakê tê tunekirin. Yilmaz, da zanîn ku li ser zarokan polîtîkayên taybet tê meşandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Serokwezîr Erdogan ji bo tirkên li Almanyayê zimanê tirkî weki zimanê perwerdehiyê dixwaze, lê ji bo Kurdên nava sînorê xwe mafê perwerdehiya Kurdî red dike. Divê em bi weşanên xwe û axaftina xwe rê li pêşiya polîtikayen asimilasyonê bigirin.
DÎHA/AMED