Hêj texrîbata koçberiya salên 90'an ên li herêmê pêk hatin nehatin dermankirin gumana peleke din a koçberiyê dibe sedema diltirsiyeke mezin. Gundê Tepeçîk ê navçeya Karazê ya Amedê jî di salên 1990'an de hate valakirin. Gundê Tepeçîkê ji ber ku cerdevanî qebûlnekir her hefte ji aliyê leşkeran ve hate serdagirtin û gef li gundiyan hatin xwarin. Di 17'ê kanuna 1992'yan de leşker û cerdevanan bi ser gund de girt û di nav de zaroka 2 mehî jî heyî 7 kes qetilkirin û 20 kes jî birîndar kirin. Piştî gund hate şewitandin hemû gundi koçber bûnû çûn bajarên mezin.  Ji gundiyan Haci Halîm Tanrikulu, diyar kir ku ji ber wan cerdevanî qebul nekir leşker û cerdevanan gelek caran bi ser gund de girtin û li malan lêgerîn pêk anîn. Tanirkulu, anî ziman ku di 17'ê kanuna 1992'yan de careke din leşker û cerdevanan bi ser gund de girt û mal gulebaran kirin û wiha got: "Di bûyerê de zarokekî 2 mehî jî di nav de 7 gundî hatin qetilkirin û 20 gundî jî birîndar bûn. Bi min re gelek zilmên gund birin Qereqola Kocakoyê. Zarok û malbatên me di nava berfê de man. Malbata min 5 km meşiya û gihişte ser riya bingehîn û bi wesayîtekê gihişte bajar."

29 rojan îşkence
Tanirkulu, da zanîn ku li Qereqola Cendirmeyan a Kocakoyê 29 rojan di binçavan de hate girtin û wiha axivî: "Em 29 rojan îşkence dît. Em birçî û li ber sermayê girtin û îşkence li me kirin. Ceyran, aski, lêdan û bi ava şîd îşkence kirin. Em ji mirovahiyê dûr ketibûn. Di dema îşkenceyê de belgeyek bi me dan îmzakirin. Piştî 29 rojan em derxistin pêşberî dadgehê. Me li wir dît ku li ser me çek hatine dîtin gotine. Dadger got 'Te ve yek îzma kiriye' Min jî 'min ev yek di bin kîjan şert de îmza kir berê xwe bidê' Çavên min girtîbûn û çek danîn serê min û min dît ka kaxiz reşe an sipiye." Tanirkulu, bilêv kir ku ji ber îşkenceya dît bi nexweşiya bronşîtê ket û bi salene dermanan bikartîne û wiha pê de çû: "Ez salekê di girtîgehê de mam. Zarokên min mexdur bûn û li kolanan man."

'Hebûna min şewitandin'
Tanirkulu, anî ziman ku keda wan a 40 salan li ber çavê wan şewitand û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Gundê me gundekî ava wê gelek e. Birinç, genim, tutin û gelek tiştên din ê çandin. Gelek kes an ji xwe re zevî dikirin û anî jî kira dikin çandîniyê dikin. Sewalên hemû kesî jî hene. Piştî vê bûyerê hemû tişt bê xwedî man. Hemû gund ket kolanên Amedê. Li gund tu kêmasiyên me tunebûn. Ji wê rojê heta niha me tu rojeke xweş derbas nekir. Ji wê rojê heta niha min di tu karan de kar nekir. Ji min re li hemberî van hemûyan berê 10 mîlyar pişt re 20 milyar derxistin. Lê mîn disa jî qebul nekirin. Ji ber ku mala min ji kevir hatibû çêkirin û gelek saxlem bû. Ez niha bi wî pereyî odeyekî wê malê nakirim bikirim. Min ev îşkence dît. Ez bê sûc di girtîgehê de mam. Keda û hebûna min a 40 salan winda kirin."

'Kurê min bertek nîşan da û derket çiya'
Nazemîn Tanrikulu jî diyar kir ku piştî hevserê wê hate girtin bi tena serê xwe ma û di dema leşker û cerdevanan mal gulebaran kirin çû odeyên paşiyê û xwe xelas kir. Tanirkulu, anî ziman ku piştî serdagirtina gund zarokên xwe girtin û koçberî Amedê bûn û wiha got: "Em çûn mala keça xalê xwe. Mal gelek biçûk bû û me ji xwe re malek din girt. Gelek rutubetî bû. 15 rojan me tişteke xwarinê peyda nekir. Em bi mişkan re dijîn û ji ber vê yekê zarokên me nexweşiya tîfoyê girtin. Piştî re naseke me nanê da me û min jî ew dan zarokên xwe. Ji ber ku zarokên min xizanî nedîtibûn her tim tiştek dixwastin. Ez çûm cem birayê xwe û min ji wî pere girti û ji zarokên xwe re xwarin çêkir. Em gelek zor û zehmetî kêşandin. Lê em bi şerefa xwe man. Em 6 kes bûn keca min nîşanî bû û 2 beteniyeyên me hebûn." Tanirkulu, da zanîn ku li gund her roj malên wan dihatin serdagirtin û ji ber vê yekê kurê wê bertek nîşan da û derket çiya. Tanirkulu, diyar kir ku piştî demekê wan agahiya mirina wî girt lê negihiştin cenazeyê wî." 

DÎHA/AMED