Piştî ku bi çavên xwe zulim û zordariya çeteyên DAIŞʹê dîtin, biyara xwe dan ku tevlî hêzên QSDʹê bibin û tola xwe û xizmên xwe ji çeteyan rakin. Tenê ji gundekî 160 kesên ji pêkhateyên ereb tevlî QSDʹê bûne û di Xezeba Firatê de cih digirin da ku Reqqayê ji çeteyan rizgar bikin.

Hêzên QSDʹê di 25ʹê tebaxa 2015ʹan der gundê El-Remala ji komên çete yên DAIŞʹê rizgar kirin. Gundê behsa mijarê dikeve 57 kîlometreyan başûrê Kobanê û hemû şêniyên wê ji pêkhatyên Ereb in.


 REQA