Kongreya Damezrandinê ya Kongreya Demokratîk a Gelan-Ewropa (HDK-Ewropa) di 4'ê Sibatê de bi beşdariya bi sedan delegeyên ji Elmanya, Belçîka, Hollanda, Danîmarka, Fransa, Îngilîstan, Swîsre û xebatkarên HDK ên li Îtalya, Skoçya û Awûstûryayê, li paytexta Belçîka Brukselê pêk hat.

Di encamnameya kongreyê de hat ragihandin, ku biryar hatiye dayîn, ku li dijî dîktatoriyê û polîtîkayên şîdeta li jinê, nîjadperestî û cihêkariyê, destek ji kampanya NA re were dayîn. 

Di dewama encamnameyê de bal hat kişandin ser girîngiya referandûmê û hat destnîşankirin, ku dayîna dengê 'NA' tê wateya rabûna li ber qirkerî, nîjadperestî, mêtîngerî û dîktatoriyê.

Li Baselê dest pê kir

Li bajarê Basel ê Swîsreyê, têkildarî referandûma 16'ê Nîsanê, kampanya 'NA' dest pê kir. Komên cihêreng ên çep, sosyalîst, elewî, baweriyên cuda, rêxistinên jin û ciwanan û Navendên Civaka Demokratîk beşdarî civîna kampanyayê bûn.

Di civînê de karê ji bo referandûmê were meşandin hat nirxandin û nexşerêyek di vî warî de hat diyarkirin.

Di civînê de biryar hat dayîn, ji bo eniya 'NA' bi xurtî beşdarî referandûmê bibin, bingeh bê amadekirin û bi vê armancê komîteyên kar hatin avakirin. 


BRUKSEL / BASEL