Ji her 5 kesên li Stockholmê dimirin 1 Suryanî ye
Li Swêdê, paytext Stockholm navenda şewba koronayê ye. Niha derket holê ku di nava wan kesan de ku ji ber nexweşiyê wefat dikin, herî zêde Asûrî-Suryanî hene. Li gorî nûçeyên di çapemeniya Swêdê de heta 6’ê Nîsanê ji 225 kesên ji ber şewba vîrusa koronayê li paytextê mirî 43 Asûrî-Suryanî bûne. Ev jî nîşan dide ku ji her 5 kesên li Stockholmê heta 6’ê Nîsanê wefat kirî, 1 Asûrî-Suryanî ye.
Li aliyê din Hanna Altinsu yê 81 salî ya ji ber vîrusa koronayê (Covid-19) derman dibû, li navçeya Stockholmê Sodertaljeyê, tevî ku di beşa dermankirina taybet de cih hebû jî li vir derman nekirin. Di encama vê skandala nexweşxaneyê de Hanna Altinsu wefat kir.
Li Swêdê heta niha tevdîrên derneketina derve nehatine girtin, hikûmet siyaseta îmunbûna kerriyî daye ber xwe. Li gorî daneyên 9’ê Nîsanê li welêt 9 hezar û 141 nexweş hatine tesbîtkirin. Li gorî daneyên fermî ji ber Covid-19’ê li Swêdê 871 kes heta niha mirine. STOCKHOLM