“Ji her malê re pirtûkek kurdî” pêşniyaz û daxwazeke sembolîk e. Sembol nebêjin û derbas nebin. Carna tiştên sembolîk dikanin karlêkeke pir mezin li ser giyan û hestê mirovan daynin, mirovan teşvîkê hin encaman bikin, hizrê mirovan têkin nava tevgerê, yan jî ji bo siberojê bibin ronahî û serkeftin. Di jiiyana rojane, cihana zanyarî û wêjeyê de bi dehan mînakên vê rastiyê piştrast dikin, hene. Hin Mînak:

Mînak 1) Dema Ehmedê Xanî “Mem û Zîn” nivisî, kurd ne xwedî dewlet bûn, derfetên çapkirin û belavkirinê hîç nebû. Li gel wê zimanê farisî, osmanî û erebî di rojevê de bûn, yekê bi wan zimanan binivisanda, dibûn xwediyê kariyerên herî baş, lê dîsa jî Gorbihuşt bi rikî û pêşdîtineke yêzdanî bi kurdî nivisî, dibe ku wek remz û sembolekê jî kurdî hilbijartibe. Îroj ew wêrekî, ew giyana netewî, ew reseniya li zimanê xwe û giyana netewa xwe xwedî derketin, bûye roja ziman û wêjeya kurdî.

Mînak 2) Dibêjin; berê ku dewleta Îsraîl were demezirandin (berê şerê cihanê yê duyemin) li Almanyayê rojnameyeke bi îbranî derdikeve. Yekê cihû her hêjmarê wê rojnameyê dikire. Rojek ji rojan cîranê wî yê alman bi nûgerî jê dipirse: “Ev çi rojnameye ku tu dikirî?” Ew dibêje; “Ev rojnameyek cihuyan e.” Ciran; “Ew bi almanî ye?” Cihû; “Na bi îbranî ye.” Cîran; “Tu dikanî bi îbranîkî bixwînî û fêm bikî?” Cihû dibêje; “Na.” Cîran; “Wêçaxê tu çima wê rojnameyê dikirî?” Cihû wiha bersiv dide: “Ev ji bo min sembol e. Dema ez van tîpan û vî zimanî dibînim, baweriyekê dide min. Ez jî dizanim ez heme, rîçal, nijad û bingehekî min heye. Ev hêvî û baweriye dide zarokên min jî.”

Mînak 3) Welatparêzekî kurd rojekê almanekî dost vedixwîne mala xwe. Dema almanê dost tê mala wî, berê diçe ber teregên pirtûkan û li pirtûkan dinêre, dibîne ku tevahiya pirtûkan bi tirkî ne (Almanê dost biçek bi tirkî dizane). Berê xwe dide welatparêz û ji wî re dibêje: “Ka te ji min re gotbû ku tu kurd î?” Welatparêz bi awayekî metalmayî li wî dinêre û dibêje: “Belê ez kurd im! Çima?” Almanê dost dibêje: “Heke tu kurd î, çima di mala te de pirtûkên kurdî tune? Tu derewan dikî, tu ne kurdî, ku tu kurd bayî, di mala te de pirtûkên kurdî dibû.“ Û bê ku nanê wî bixwe, ji mala wî derdikeve û diçe.

Di vî warî de gelek mînak hene, lê bi baweriya min ev bes in. Divê her kurd sembolîk be jî, êdî pirtûkxaneya xwe bi pirtûkên kurdî bixemilîne. Ev hem baweriyê dide giyana mirov, hem nûgeriya fêrbûna ziman, yan jî pêşxistina zimana li giyana mirovan bar dike, hem jî bandoreke mezin li zarokên mirovan dike. Heta zaroken teşvîkê fêrbûna kurdî jî dike. Li aliyê din ji bo zimanê kurdî jî xizmeteke herî pîroz e. Dema em pirtûkên tirkî yan zimanekê din dikirin, ev ji ziman, raman, aborî û bazara wî zimanê re xizmet dike. Kêliya em berhemên kurdî jî bikirin, bazara kurdî berfireh dibe. Firehbûna bazara kurdî jî ji netewa kurdî re xizmet dike. Sembolîk lê karlêkek wisa mezin!

Di cihanê de xwerû jî di warê ziman de gelek çalakiyên sembolîk ên mînak hene. Nimune; boykotkirina rojnameyên bi zimanê dagirkeran, pirtûk û berhemên zimanê dagirkeran, boykotkirina bikaranîna zimanê dagirkeran hem çalakiyên hêsan in û hem jî bandoreke pir mezin li pey xwe dihêlin. Heman demê de dikane li cihanê jî olaneke pir mezin vede.

Divê em ji bîr nekin ku «her ziman bi serê xwe nêrîn û nirxandineke cihanî ye.» Dema em bi zimanê dagirkeran dixwînin, em nêrîn û nirxandinên wan ên cihanî jî di mejî û bîra xwe de didin çandin. Lê ku em berê xwe bidin kurdî, wê demê jî em bi bîr û nirxandina bav û kalên kurdan û giyana kurdî li cihan û pêkhatinan dinêrin. Ez hêvî dikim ku her kurd di ronahiya van dazanîna de berê xwe bide kurdî, tenê berhemên kurdî bikirin û malên xwe pirtûkxaneyên xwe bi pirtûk, nêrîn bîr û nirxandinên kurdî dewlemend bikin. Haydê em wek kampanyekê têkevin nava kar; “Ji her malekê re pirtûkek kurdî!”