Ji herkesî re ajantî kir

Haberleri —

Mustafa Karataş, dema ku li bajarê Elmanyayê Hambûrgê karê sîxuriyê dikir, kişf bû. Qeyda dengê Karataş û rêveberekî payebilind ê MÎT'ê, ku bi hev re diaxivîn, derkete holê. Ev dengê hanê ne ji axaftina telefonê, lê bi guhdana teknîkî ya meydanê hatine qeydkirin.

Di vê qeyda deng de, der dikeve holê ku plan tê kirin ku agahî û belgeyên Karataş li ser siyasetvanl Kurd daye hev, bi çi rengî bigihîne ber destê MÎT'ê.

Mustafa Karataş ê ji Çorûmê, ku demeke dirêj e li Hamburgê dijî, dema karê sîxuriyê li dijî saziyên Kurdan dikir, kişf bû. Nûnerên saziyên Kurdan ên ku navê wan di vê qeyda deng de derbas dibe, têkildarî Karataş pêr daxuyaniyek dan çapemeniyê û bang li dadgeriya Elman jî kirin ku bi erk û wezîfeya xwe rabe.

Di vê qeyda deng a ji 18 deqeyan de, Mûstafa Karataş û du kes timî didin û distînin. Karataş ku timî agahî û belgeyan pêşkêşî rêveberê MÎT'ê dike, sozê dide ku wê têkildarî siyasetvanên Kurd hemû agahiyan bide. Ji deng tê fêhmkirin ku Karataş û rêveberê MÎT'ê dema di hundirê wesayitekê de ne û di rê de ne, bi hev re daxivin. Di axaftina navbera wan de navên siyasetvanê Kurd Zubeyîr Aydar, Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç, Parlamentera Partiya Çep (Dîe Lînke) ya Hambûrgê Cansû Ozdemîr, Parlamentera berê ya HDP'ê Sevahîr Bayindir gelek caran derbas dibe. Mustafa Karataş sozê dide ku ew ê hemû belge û agahiyên li ser siyasetvanên Kurd kom bike. Karataş her wiha qebûl dike ku di berdêla pereyan de ew ji polîsê Elman re jî dixebite û îdîa dike ku wî siyasetvanê Kurd Bedrettîn Kavak û siyasetvanên Kurd ên din dane girtin.


Necamêr weke li mala xwe rehet e

Beşek ji diyaloga di navbera Mustafa Karataş û rayedarê MÎT'ê de wiha ye:

Rayedarê MÎT'ê: Mustafa Beg, em ê werin van agahiyan, van belgeyan ji we bigirin. Ku dibe bila bibe, xem nîne. Ez dikarim bi her awayî werim, yanî qet pirsgirêk nîne. Hûn ê îro min bi vî rengî bibînin, sibe bi rengekî cuda...

Mustafa K.: Divê bi wî rengî be...

Rayedarê MÎT'ê: Hûn dikarin bi vî rengî bibînin. Ev qet ne pirsgirêk e. Jixwe, yên ku bi wezîfeya me dizane, kesek, du kes in. Zêde nîne, ji xwe ne lazim e jî. Em ê li cihên pêwîst, hevdîtinên pêwîst bikin. Ji bo destekkirina we jî wê alternatîfek bê afirandin. Di vê mijarê de pirsgirêk nîne. Di mijara aboriyê de wê pirsgirêk dernekeve.

Rayedarê MÎT'ê: Eger agahî û belgeyên ji me re lazim in tu bixwazî bigihînî me, ez ê bêm ji te bigirim. Çawa dibe bila bibe.

.....

Mustafa K.: Ez dikarim van hemûyan weke wêne, weke nav jî bidim we...

Rayedarê MÎT'ê: Ez ji we re dibêjim, ez ê bêm. Ez ê mîna yekî çopê berhev dike bêm, weke kesekî ku sarincê tamîr dike bêm, çawa dixwazim bi wî rengî bêm. Ez ê wê bigirim, pirsgirêk nîne.

Mustafa K.: Temam.


Piştî Sayan ketin nava fikaran

Mustafa K.: Hevalekî li vê derê, bi girtina Mehmet Fatîh Sayan re kete nava fikar û gumanan. Mesajeke bi vî rengî ji min re şandiye, "Mustafa xwe jê vegire, niha kar berevajî bûye, ez roja Duşemê têm." Min hinek pere ji wî girt.

Rayedarê MÎT'ê: Niha vê bêjim. Ez ê di nava demeke kurt de bifirim Laheyê û bêm. Ez ê bi rayedarên me yên payebilind ên li wê derê re vê mijarê bi berfirehî binirxînim...

Rayedarê MÎT'ê: Sevahîr Bayindir.

Mustafa K.: Sevahî Bayindir niha berpirsyara jinan a .... ye (...)

Rayedarê MÎT'ê: Ya tevahiya Ewropa ye?

Rayedarê MÎT'ê: Lê belê der barê Sevahîr Bayindir de rewşeke me ku em di cih de lê bidin nîne. Yanî divê agahiya teqez, agahiya zelal herî kêm sê saet berê bigihêje. Lê belê kêmasiyeke di vî warî de heye. Ne diyar e ku îro wê li ku be, sibe wê li ku be.


 ANF/HAMBURG 


paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.