REWŞAN DENIZ / FRANKFURT
Partiya Piştgiriyê ya Efxanistanê sala 2004 an bi destê komek rewşenbîr û şoreşgerî hat damezrandin. Nêzî 30 hezar endamên partiyê hene û ji sedî 30´ê wan jî jin in. Ji bo aştiya li welêt û nexasim azadiya jinê bi dehan salan kar hat meşandin. Babeta sereke ew bû ku xelkê seferber bikin, organîze bikin da ku tevgereke mezin li dijî dagirkeriyê û tundrawiya li welêt bi pêş bixin. Ev partî bi piştgiriya hemû hêzên pêşverû, azadîxwaz û şoreşger li seranserê dinyayê ji bo Efxanistaneke yekgirtî, azad û serbixwe têdikoşe. Di nava vê partiyê de jin jî bi awakî çalak ji bo azadiya xwe têdikoşin. Berdevka partiyê, Selay Ghaffar li ser rewşa dawî ya welêt û têkoşîna partiya xwe û ya jinan bersiv da pirsên me.
Ji destwerdana sala 2001´ê û vir ve ku bi pêşengiya DYE´yê pêk hat li Efxanistanê çi guherî?
Gava ku Hêzên hevgir bi pêşengiya DYE´yê dest werda Efxanistanê, li ser navê şerê li dijî terorê, ji bo mafê mirovan, azadkirina jinê, demokrasiyê divê mirov jidil û durist bibêje, wan Efxanistan ji bo xelkê wê û nexasim jî jinan veguherand goristanekê. Gelek şidet û cudakeriyên din li dijî wan çêdibin. Çawa ku raporên nû weşandî nîşan didin, Efxanistan li dinyayê cihê duyem ê herî bi tehlûke ye ji bo jinan. UNICEF´ê jî got, herçî siheta jinan e, Efxanistan welatê herî xirab e li ser rûyê dinyayê ye.
Baş e ew hikûmetên ji hingê ve li Efxanistanê hene, dewra wan çi ye?
Ji sala 2001´ê ve Efxanistan bûye meydaneke şerî ji bo hêzên herêmî û yên global. Li aliyekî DYE û hevgirên wê hene li aliyê din jî Rûsya û Çîn hene. Çi hikûmeta Karzaî û çi ya niha ya Xenî, her du jî kuklayên DYE´yê ne. Êdî ji bo her kesa li Efxanistanê, darîçav e ku destwerdana hingê, ji bo wê yekê bû ji bo xwe welatekî ava bikin ku karibin lê baregehên xwe yên eskerî ava bikin, karibin dewletên mîna Rûsya û Çînê tehdît bikin; û di vê yekê de jî bi ser ketin.
Hûn dikarin bi awayekî azad xwe birêxistin bikin?
Helbet rewş pirr zehmet e me ku em doza azadiya welatê xwe dikin, ku em banga berxwedanê li dijî dagirkeran û hevgirên wan ên nav Efxanistanê bikin. Sedem jî ew e ku li dijî me êriş ji hemû aliyan ve hene. Ew azadiyê naxwazin û dixwazin timî tevgerên pêşverû û şoreşgeran bitepisînin. Xelkê Efxanistanê pê dizane ku ev welat tije bû ji mirovên pêşverû beriya ku DYE, tundrawên dînî xurt bike. Jixwe, ji ber wê, girtîgehên Efxanitsnaê tije kiribûn ji şoreşgeran, nexasim jî maoîstan. Ev yek heta roja îro jî dewam dike.
Ji bo pişgiriya Berxwedana Kobanê jî we li 7 bajaran xwepêşandan organîze kiribûn. Gelo haya miletê Efxan ji Rojava heye?
Yek ji armancên me piştgiriya navneteweyî ya bi hêzên pêşverû re ye. Divê em xwedî li hev derkevin. Divê em fêr bibin hev biparêzin û hin caran bibin dengê hev. Di serdemekê de ku împeryalîzm, nexasim DYE dixwaze dinyayê fetih bike, dengên ji bo azadiyê yên tevgerên şoreşger nexasim jî li Kurdistanê çavkaniyeke îlhamê ye. Ew hêviyê dide mieletê me. Wê nîşanî me da ku divê em fêr bibin ji berxwedana destanwarî ya jinan li Kobanê û ji Zapatîstayên li Meksîkayê. Lewma ti welatê din wê azadiyê ji me re neîne, ti welatê din wê jina Efxan azad neke. Em in, yên ku divê rabin ser piyan û ji bo azadî û mafên xwe têbikoşin.