Midûra Giştî yê Komeleya Fon a Ji Bo Jinan Dr. Musîmbî Kanyoro, Midûrê Heremê Zeîna Zaatarî jî di nav de heyeta ji 20 kesan pêk tê ji bo der barê pirsgirêkên jinan de çend rêzehevdîtinan pêk bînin hatin Amedê. Hehet, çû serdana Mala Jinan a Kardelenê û li ser pirsgirêkên jinan danûstandin kirin. Heheta Amerîkî, ji hêla Cigira Şaredarê Baglarê Sema Koç, Kordînatorê Ofîsa Projeyê ya Şaredariya Baglarê Ozlem Yasak, rêveberên Mala Jinan a Kardelenê ve hatin pêşwazî kirin. Jinên ku li Salona Civînê ya Mala Jinan a Kardelenê civiyan, der heqê xebatên jinan a şaredariyê agahî dan. Dr. Musîmbî Kanyoro ku li vir daxuyaniyek da, diyar kir ku ew ji bo pirsgirêkên jinan di cih de lêkolîn bikin hatine. Kanyoro, wiha got: "Ez midûra giştî ya Komeleya Fon a Ji bo Jina me. Armanca me ew e ku alîkarî bidin hemû jinên li cihanê."
Zaatarî jî diyar kir ku ew rêxistineke ji mafên jinên cîhanê re bihistiyar in û wiha axivî: "Em piranî ji bo alîkarî bidin tên. Em wek delegasyonek, ji bo pirsgirêkên bi taybetî jinên heremê û gelemperî jinên Kurd ên li Tirkiyeyê hîn bibin, hatine vir. Em bi hemû pirsgirêkên jinan re eleqedar dibin. Em çûn Afrîqayê jî û di vê mijarî de pirsgirêkên hemû jinan bala me dikşîn e. Li gor me dît li vir pirsgirêkên jinan dişibin hev. Buyerên polîtîk bandorek mezin li ser jinên li Tirkiyeyê heye. Li her derê cîhanê jin rastî tundiyê tên. Yên hatine vir jî her kes dixwazin tiştek ji bo jinan bikin." Kordînatorê Ofîsa Projeya Şaredariya Baglarê Ozlem Yasak, di derbarê projeyên jinan a şaredariyê de pirsên endamên heyhetê bersivand. Yasak, diyar kir ku piştî lêkolîna 8 mehî derket holê ku pêdiviya stargeha jinan heye. Yasak, ev agahiyan dan: "Divê em qala pergala serdest a mêr û heyîna feodaliyê bikin. Dema ev her du feraset digihijin hev, bi taybetî ji bo jin û zarokan pirsgirêkek cidî çêdibe. Ji ber vê yekê jî kuştina jinan, xizanî, bê perwerdehî, nebikaranîna zimanê zikmakî û di bikaranîna mafên aborî, civakî-çandî de tengezarî tê kişandin."
Piştre, rêveberên Mala Jinan a Kardelenê jî, derbarê xebatên xwe de hehet agahdar kirin.
AMED