Ji bo plana çalakiyê komîsyon
Bîrtane, destnîşan kir ku di civînê de ji bo rê li pêşiya êrîşên dersînor bê girtin û komîsyon hatine avakirin û dîsa peyvira Hikûmeta Iraqê ya parastina sînoran hatiye bibîrxistin. Bîrtane, da zanîn ku 2 komîsyon hatin avakirin û komîsyon dê di rojên pêş de plana çalakiyên xwe aşkere bikin. Bîrtane, bilêv kir ku dê sibê biçin gundê Kortekê yê ku jê 4 zarok bi tevahî 7 welatiyên sivîl lê hatin qetilkirin ziyaret bikin.
Bi Kerkukî re hevdîtin pêk anî
Heyeta jinan, piştî rûniştinê bi Serokê Parlamento Kemal Kerkukî re li cihê wî de hevdîtin pêk anî. Bîrtane, di derheqê hevdîtina bi Kerkukî re jî agahî da û wiha axivî: "Di demên wisa girîng de pêdiviya yekîtiya netewiya kurdan heyê. Me ji Kerkukî re got em ji bo li darxistan konferansa Neteweyî ya jinan û gelemperî em ê hevdîtina pek bînin. Her wiha me ji bo welatiyên sivîl ên di êrîşa Tirkiyê ya hewayî de jiyana xwe ji dest dan sersaxiya Serokê Melîsê Kerkukî xwestin. "
'Êrîş bi piştgiriya Amerîka pêk tê'
Bîrtane, da zanîn ku Sorekê Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê Kerkukî jî, gotiyê konferansa neteweyî vê demê de bi darxistin wê girîng bê. Bîrtane, diyar kir ku, Kerkukî aniyê ziman ku ew ê ji bo qetliyama li ser kurdan pêk tê nîşa hemû cîhanê bikin wê bikevin nav hewledanan û Kerkukî ji bo êrîşa Tirkiyê ya hewayî got bi piştgiriya Amerîka pêk tê.
Her wiha heyeta jinan, dê sibê biçin navçeya Ranyayê ya Suleymaniyeyê û ji wir biçin şîna malbatên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dayê. Pişt re jî heyeta jinan wê ji bo Konferansa Jinan ya Neteweyî li Dohukê hevdîtinan pêk bînin.
DÎHA/HEWLÊR