Li gel heyeta Alman Serkonsolosê Almanya yê li Hewlêrê George Enzweiler jî amade bû.
Cem Ozdemîr di hevdîtinê de diyar kir ku wan xwestine nêrîn û nirxandinên KNK'ê yên li ser rewşa dawî ya Başûrê Kurdistanê hîn bibin û sedema hatina xwe ya Kurdistanê anî ziman. Ozdemîr diyar kir ku sedema herî girîng a hatina wan ew e ku pirsgirêka cidî ya penaberiyê ku Kurdistan pê re rû bi rû ye bibînin û lêkolîn bikin. Ozdemîr da zanîn ku li gel vê yekê wan xwestine der barê rewşa li Başûr, Bakur û Rojavayê Kurdistanê de agahiyan bigirin.
Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç jî, berxwedana Kurdan a li dijî DAIŞ'ê vegot û destnîşan kir ku berxwedana destanî ya li Kobanê hevsengiya siyasî ya li qada neteweyî û navneteweyî bi awayekî radîkal guherandiye. Koç diyar kir ku Rojava nêzî sê sal in li hemberî terorîstên El Nûsra û DAIŞ'ê şer dike, lê belê bi êrîşa DAIŞ'ê ya li Şengalê re Başûrê Kurdistanê ji aliyê siyasî ve bi awayekî cidî hejiyaye. Koç da xuyakirin ku di vê mijarê de hatina gerîla ji bo Başûr û alîkariya lezgîn a navneteweyî ev gefa cidî ji gelek aliyan ve beralî kiriye, lê hînê gef bi temamî ji holê ranebûye.

Koç bal kişand ser daxuyaniyên erênî yên Cem Ozdemîr û ji damezrînerên partiya Keskan Wezîrê berê yê Karên Derve yê Almanya Joschka Fischer û anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê partiya Keskan bêtir alîkariyê bide.

HEWLÊR