Partiya Çep têkildarî ambargoya li ser kampa penaberan a Mexmûrê pêşnûma pirsek da hikûmeta Elman kir. Hikûmetê jî di bersiva xwe de îdîa kir ku "ambargo nîne" û ji bo alîkariya UNCHR (komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî) a ku ji sala 2015'an ve hatiye birrîn jî îdîa kir ku alîkarî didome; yanî hikûmeta Elman dereweke fermî kir. PDK’ê ji nîvê Tîrmeha sala 2019’an ve ambargo daniye ser Kampa Penaberan a Mexmûrê. Bi vê ambargoyê destûr nehate dayin ku mirovên bi nexweşiyên giran, jinên ducanî, xwendekar û karker ji kampê derkevin. Partiya Çep a Elman dawiya meha Sibatê mijar xiste rojeva meclîsa federal a Elman û hin pirs ji hikûmeta Merkel kirin. Li ser navê hikûmetê şêwirmendê Wezîrê Karên Derve Andreas Michaelis bersiv da pirsan. Ji bo pirraniya pirsan bersiva "Li ber destê hikûmeta me agahî û belgeyek li ser vê mijarê nîne" yan jî "sira dewletê ye" hate dayin. Têkildarî ambargoya ku 9 meh in li ser Mexmûrê ye bersivên sosret hatin dayin. Wezareta Karên Derve ya Elman îdîa kir, ku li gorî agahiyên ji UNHCR’ê, şêniyên Mexmûrê ji bo çareserkirina pirsgirêkên tenduristiyê yan jî perwerdeya dibistan/zanîngehê diçin Hewlêrê û tên. Her wiha îdîa kir ku bê pirsgirêk dikarin biçin navçeya Nînova, bajarên Kerkûk û Silêmaniyeyê. Berevajî îdîayên hikûmeta Elman, bi sedan nexweşên kronîk ên li kampê nikarin ji kampê derkevin û pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê yên lezgîn çareser bikin. Jinên ducanî Fatma Hacî Hiseyn, Ezîme Ehmed Lewînd, Fatma Soro Qûtas û Newroz Ehmed Salih ji ber ambargoyê zarok ji ber wan çûn. Her wiha xwendekar Amed Saleh, Newroz Derwêş, Sanya Niyazî, Dilşad Sîmal, Bêrîtan Tok, Mizgîn Kazim, Mihemed Ebdulah, Heyat Telîf, Hêvîdar Sedîq û Heyat Reşîd jî ji ber astengiya asayîşa PDK'ê nikarin perwerdeya xwe ya li zanîngeha Hewlêrê temam bikin. Alîkarînekirina NY’yê hindik ma 5 salan biqedîne Wezareta Karên Derve ya Elman îdîayên xwe dispêre UNCHR'ê. Lê belê belgeyên ku UNCHR pê îdîa dike ku alîkarî ji Mexmûrê re tê dayin, nîşan dide ku ev agahî nerast e. Eşkere bû ku saziya alîkariya bi penaberan re ya Neteweyên Yekbûyî herî dawî di 13'ê Tebaxa 2015'an de alîkarî bi şêniyên kampê re kiriye. NAVENDA NÛÇEYAN