Şaxa ÇHD'ê ya Enqere, têkildarî pêkanîna qemerayan a li cihê hevdîtina parêzer û girtiyan a li 1'emîn Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê dest pê kir li ber Edliyeya Enqere daxuyanî da çapemeniyê. Serokê Giştî yê ÇHD'ê Selçuk Kozagaçli, Serokê Şaxa ÇHD'ê ya Enqere Murat Yilmaz û gelek parêzer tevlî bûn. Di daxuyaniyê de slogana "Zext me bêzar nakin" hatin berzkirin. Serokê Şaxa ÇHD'ê Murat Yilmaz, diyar kir ku êrîşên li hemberî parastinê bênavber berdewam dikin û wiha got: "Êrîşa dawî li girtîgeha Sîncanê li cihê hevdîtina parêzer û muwekîlan qemera bicihkirin e. Li girtîgeha êdî hevdîtinên parêzer û muwekîl bi qemerayan tên şopandin û qeydkirin."
Yilmaz, anî ziman ku bi komkujiyekê girtîgehên Tîpa F ketin dewreyê û tecrîda li ser girtiyan her roj berdewam dike. Yilmaz, da zanîn ku pêkanînên li girtinan bi odeyên parêzeran qemera hatin bicihkirin berdewam dike. Yilmaz, bilêv kir ku bi vê yekê mafê parastinê ji holê tê rarkirin. Yilmaz, destnîşan kir ku ev pêkanîn tesadufî nîn e û wiha got: "Piştî li 1'emîn Girtîgeha Tîpa F a Enqere Midûr Celalettîn Konca dest bi kar kir ji bo xwe li hemberî hikûmetê şîrîn bike dest bi pêkanînên dijmirovahiyê yên li ser girtiyan kir. Êrîşan li girtiyan dikin, cezayên dîsîplînê didin girtiyan. Ligel vê yekê qemera li cihê parêzer û muwekîlan ê hevîdîtinê hate bicihkirin." Yilmaz, anî ziman ku divê demildest dest ji vê pêkanînê bê berdan û wiha axivî: "Ji ber ku ev yekê mafê parastinê tê astenkirin. Ligel vê yekê ev yek êrîşeke. Têkildarî vê yekê de me agahî dan Baroya Enqere û Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê lê tu tiştên li ber çav nehatin girtin."


ENQERE