Yekemîn konferansa hiqûqnasên herêma Efrînê ku duh destpê kiribû, bi hilbijartina komîteyê bidawî bû.  Di konferansê de piştî nîqaş û guftûgoyên hatin meşandin, komîteya herêmî ya hiqûqnasan ku ji 7 kesan pêk tê hate hilbijartin. Di konferansê de her wiha rêziknameya hiqûqnasên herêmê ku ji 18 xalan pêk tê hate qebûlkirin. Konferans li Navenda Çand û Hunerê ya Efrînê bi beşdariya sedan hiqûqnas, nûnerên Desteya Bilind a Kurd, Encumena Neştîmanî Kurdî li Suriyê, Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Saziya Zimanê Kurdî (SZK) hate lidarxistin. Di konferansa ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de,  Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Reşîd Şeeban axaftina destpêkê kir û got: "Rêjîma Baas hemû zagonên dijmirovahiyê danîbûn ser gelê Suriyê û Rojavayê Kurdistanê, her wiha dadgeh û zagonên awarte çêkiribûn û li girtîgehan her tiştên pîs di anîn serê siyasetmedaran.”

Piştre Parêzer Evîn Hec Hemo peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ku di Newroza Amedê ya 2013'an de hatibû xwendin, xwend. Di konferansê de li ser navê ENKS’ê Raxêb Hecî Hesen, li ser navê MGRK’ê Ferhad Dêrik, Serkeretê Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Suriyê (Yekîti) Muhîdîn Şêx Alî û Endama Desteya Bilind a Kurd Sînem Mehemed jî axivîn û li ser rol û girîngiya edaletê û dadgeriyê rawestiyan. Axaftvanan xwestin saziya dadê mafê gel biparêz e.  Di çarçoveya amadekariyên kongreya giştî de, beriya niha jî li bajarê Qamişlo konferansa herêma Cizîrê hatibû lidarxistin. Di rojên pêş de jî wê li herêma Kobanê konferansek bê lidarxistin. Piştî konferansan jî wê kongreya giştî ya hiqûqnasên Rojavayê Kurdistanê bê lidarxistin. 

EFRÎN