Baroya Amedê, Şaxa ÎHD'ê û MAZLUMDER'e yên Amedê ji bo serokê AKPê yê navçeya Kulpa Amedê ku ji aliyê HPGê ve hate girtin û kesên din yên hatin girtin serbest werin berdan civîna çapemeniyê li darxistin. Civîna çapemeniyê li salona semînerê ya Baroya Amedê pêk hat. Serokê Baroya Amedê M. Emîn Aktar, Serokê ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî û Serokê MAZLUMDER'ê yê Amedê Prz. Abdurahman Ay tevlî daxûyaniyê bûn. Serokê Baroya Amedê M. Emîn Aktar daxûyînî da û diyar kir ku malbata serokê navçeya Kulpê ya AKP'ê cardin serî li me dane, ji bo wê wan xwestiye bi rêya çapemeniyê bangawazî bikin. Aktar da zanîn ku kesên ku ji aliyê HPG'ê ve hatine girtin serbest werin berdan û wiha got: "Em bang li HPG'ê dikin ku serokê AKP'ê ya navçeya Kulpa Amed, polîs û kesên sivîl serbest werin berdan. Pêwîste şerê ku 30 sale tê meşandin bê sekinandin. Gereke dest bi diyalog û çareserkiran pêvajoyê bê kirin. Me tu çaran nevbeynî nekiriye nava ziman, ol û gelan de û em dengê gelane."

'Em ne li pişta kesekê digrin ne jî li paş kesekêne'

Aktar anî ziman ku li hemberî hatina serokwerîz a Amedê, Rêxistinên civaka sivîl daxûyaniyeke hevpar dabûn çapemeniyê. Aktar, li ser vê karê sewalkarî û Çandinêyê Mehdî Eker nerazibûna xwe dabû nîşandan û wiha gotibû "Metîna hatiye nivîsandin û xistine destên rêxistinên sivîl. Ev wan temsîl nake û ne fikrên gelê Amedêne". Aktar anî ziman ku wan bi xwe we metîn nivîsandiye û wiha dawî li axaftinê xwe anî: "Em ne li pişta kesekê digrin, ne jî li paş kesekêne."
Serokê ÎHD'a Amedê jî Racî Bîlîcî diyar kir ku daxûyaniya Mehdî Eker pir xetere û wiha axivî: "Emê heyanî dawiyê li hemberî nêzîkatiyên bi vî rengî tekoşînê bidin."

DÎHA/AMED




HPG’ê 7 kes serbest berdan

Gerîlayên HPG’ê di dawiya meha gulanê de li Îdirê li mintikaya Korxanê 10 kes binçavkiribû û ji vana 7 kes serbest berdan.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê daxuyaniyek da û destnîşan kir k udi 28’ê gulanê de li Korxan a Îdirê 10 kes binçavkiribûn û piştî kar û barên hatin kirin 7 kes îro serbest hatine berdan. HPG’ê da zanîn ku lêpirsîna 3 kesên din hêjî didome. HPG’ê di 4’ê Hezîranê de bîlaçoya meha Gulanê aşkera kiribû û diyar kiribû ku dimeha gulanê de bi giştî 31 kes ji aliyê gerîlayan ve hatibûn girtin. HPG’ê da zanîn ku ji vana 16 kes serbest berdane.