
Biryargeha Navendî ya HPG’ê ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê de daxuyaniyeke nivîskî da. HPG’ê got: “ Serokomarê Tirkiye Abdullah Gul hat Colemêrgê, piştî operasyonên îmha û tunekirinê yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê dest pê kirin, gerîlayên me bi giyanê Şerê Gel ê Şoreşgerî û berxwedaneke bêhempa ew paş ve vegerandin. Gelek yekîneyên polîsên tevgera taybet ên AKP’ê yên ji aliyê gerîlayên me ve hatin rûxandin.”
HPG’ê diyar kir ku şer û pevçûn didomin û wiha got; “Berxwedana tevgera şoreşgerî 18’ê cotmehê di seat 01.00’an de li hemberî Gareyê Biçûk, Marûkê, Erîş, Serê Sêvê, Bilêcan ên di navbera Avaşîn û Zapê de şerên dijwar qewimîn. Li gorî agahiyên gihiştine destê me, di encama şer û êrişan de nêzî 100 leşker hatine kuştin û birîndarkirin.”
‘Têkneçûna me careke din diyar bû’
HPG’ê di daxuyaniyê de wiha got: “Bi vê berxwedana gerîlayan careke din aşkera bûye ku artêşa tirk tu carî nikare bi çekan gelê me û gerîlayên me tune bike. Ne êrişên hewayî, ne jî êrişên wiha yên bejahî, bi tu awayî tu encam nagirin. Ew ê hêrsa û kîna me jî bizanin. Tu hêzek nikare tekoşîna gelê me ya demokratîk teslîm bigire, nikarin gerîlayên me bin bixin. Ev operasyona me ya şoreşger ji bo gerîlayên me yên li Xakûrkê û hemû gerîlayên di encama êrişên hewayî de jiyana xwe ji dest dane û operasyonên qirkirina siyasî yên ku di bin navê KCK’ê de li hemberî gelê me meşandine ye. Operasyona me ya şoreşger êriş û hewldana operasyona dersînor a artêş û dewleta tirk asteng kiriye.”
‘Berpis Abdullah Gul e’
HPG’ê wiha got: “Berpirsê van şer û kuştinan, Serokomarê tirk Abdullah Gul ê ku hate Colemêrgê, li şûna bi gel re hevdîtin pêk bîne, çû kincên leşkerî li xwe kir, her wiha li ser şopa Tansû Çîller a ku gelek komkujî bi serê kurdan anî, dimeşe ye. Gerîlayên me di pozîsyona xweparastinê de ne, lê ev êriş û operasyonên bi armanca tunekirinê, ji aliyê Gul bi xwe ve hatine destpêkirin, wê hêzên me li hemberî van êrişan bi awayeke xurt xwe biparêze. Bila gumana tu kesê ji vê yekê tune be.”
HPG’ê herî dawî got; “Em ê agahiyên der barê encamên şer û pevçûnên diqewimin de yên ku digihin ber destê me bi gelê xwe û rayagiştî re parve bikin.”
Hate ragihandin ku leşkerên artêşa Tirk piştî çalakiya gerîlayan a li navçeya Çelê ya Colemêrgê rayedarên dewleta Tirk hejmara leşkerên hatine kuştin mîna 24 dan. Piştî çalakiyê hêzên artêşa tirk sînorê Başûrê Kurdistanê derbas kirin û di du cihên navçeya Çelê re ketin xaka Başûrê Kurdistanê. Ajansa Nûçeyan a Reuters jî da diyarkirin ku leşkerên Tirk bi qasî 4 km derbasî nava sînor bûne.
Her wiha herêma Zapê pêr tevahiya rojê hate bombebarankirin. Gelek balafirên şer li ser Qendîl, Xinêre û Xakûrkê digerin. Hate diyarkirin ku bombebarana li ser Zapê berdewma dike.
Fermandar li Çelê ne
Hate diyarkirin ku piştî çalakiya gerîlayan a li hemberî 8 niqteyên leşkerî û polîsî, ku têde herî kêm 24 leşker û polîs hatin kuştin, Serfermandarê Giştî yê Artêşa Tirk Orgeneral Necdet Ozel û fermandarên hêzên artêşê çûn Çelê.
Li Enqerê rewşa awarte
Piştî şerên dijwar ên li navçeya Çelê, Enqere hejiya. Serfermandar û fermandarên leşkerî çûn Çelê, Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtoglû serdanên xwe yên derveyê welêt betal kirin. Serokwezîr Erdogan serdana xwe ya Qezekîstanê betal kir û li Navenda Serokwezaretê ligel Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay, Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn, Wezîrê Parastinê Îsmet Yilmaz, Wezîrê Dadê Sadullah Erdgîn, Misteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan dest bi civîneke awerte kirin. Tê payîn ku Wezîrê Navxweyî Naîm Şahîn piştî civînê biçe herêmê.
‘Erdogan heman tişt dubare kirin’
Serokwezîrê Tirk Recep Tayip Erdogan piştî civîna li Serokwezaretiyê derket pêşberî çapemeniyê. Erdogan ku gotinên xwe yên demên borî yên heqaret û tehdîdê dubare kirin îdîa kir ku çalakiya gerîlayan di çerçoveya konsepta xebatên hêzên dijminê Tirkiyeyê de pêk hat. Erdogan di axaftina xwe de careke din BDP tawanbar kir.
Ji Abdullah Gul gef û tehdît
Serokkomarê Tirk Abdullah Gul piştî çalakiya gerîlayan di daxuyaniya dayî de gef xwar. Gul got; “Wê tola vê êrişê pir mezin be. Ew ê bersiva xwe bigirin. Ew ê bibînin ku ev yek bi çekan naçe ser rê. Divê kesên piştgiriyê didin vana jî ders werbigirin û xwe ji encama wê re jî amade bikin.” Gul got; “Fermandarên me diçin herêmê. Divê her kes bizane ku ev tekoşîn, tekoşîneke demdirêj e. Em di vê meseleyê de biryardar in.”
ANF/BEHDÎNAN
‘Werin em çareseriyê peyda bikin’
‘Hewcehiya Tirkiyeyê bi lezgînî bi aştiyê heye’
Di daxuyaniyê de hate bilêvkirin ku hikûmetê guh li pêşniyarên BDP û rêxistinên sivîl ên civakî yên „Bila çek bêdeng bibin û diyalog dest pê bike“ girt û tu bersivên erenî nedan. Li dijî vê yê hikûmet dibêje ‘Pêvajoya nû ya têkoşîna bi terorê dest pê kir’ û di polîtîkayên şer de israr dikin. Hewcehiya Tirkiyeyê bi lezgînî bi aştiyê heye. Ji bo vê yekê jî divê Tirkiye demildest pêvajoya aştiyê aştiyê dest pê bike.“
Di daxuyaniyê de bang li PKK û hikûmetê jî hate kirin ku şer rawestînin.
Çalakiyê deng veda
BBC’yê jî ragihand ku di encama êrîşê de herî kêm 24 leşkeran jiyana xwe ji dest dane û êrîş wekî ya herî mezin bi nav kir.
Ajansa Nûçeya a Reutersê jî diyar kir ku piştî êrîşê yekîneyên tirk ji hewayî û bejayî sînor derbas kir û 3-4 kîlometre ji nava sînor ve hilkişiyane.
Ajansa Nûçeyan DPA a Elmanyayê di nûçeya xwe ya spartiye çapemeniya tirk de got, di encama êrîşê de 26 leşker mirine û 18 jî birîndar bûne. DPA’yê êrîş wekî ya herî mezin a salên dawî pênase kir.
Rojnameya Wall Street Journal a aboriyê a Emerîkayê destnîşan kir ku di encama êrîşê de zêdetirê 20 leşkeran jiyana xwe ji dest daye. Rojnameyê êrîş wekî yek ji çalakiya PKK ya herî mezin a salên dawî diyar kir.
Televîzyona El Cezîre a ji Qeterê weşanê dike, ragihand ku êrîş piştî ku herêm ji aliyê artêşa tirk ve wekî “Qada Ewlehiyê” hatiye îlankirin rû daye û wekî êrîşa PKK’ê ya salên dawî ya herî bi koordîne û dijwar pênase kir.
Rojnameya NRC ya Holandî jî êrîş wekî ‘Têkçûyîna herî mezin a salên dawî’ bi nav kir. Nûçegîhanê rojnameyê Bram Vermeulen diyar kir ku piştî êrîşê serokwezîr û wezîrê karê derva hemû bernameyên xwe betal kirine û li Tirkiyeyê tenê operasyon tê nîqaşkirin.