Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (NRÇ-HPG) ragihand ku ‘operasyona tunekirinê’, di 11’ê tîrmehê de bi beşdariya 5 hezar leşkeran li dijî Reşanê, Banitmê, Zilek, Şêlima, Hindês, Dehla Zirê, Geliyê Godernê, Goma Çalê, Mala Gir û li derdora van deverên ku dikevin sêgoşeya navçeya Farqîn, Pasûr û Licê yên Amedê, hatiye destpêkirin. HPG’ê da zanîn ku roja 14’ê tîrmehê ku roja çaremîn a operasyonê bû, saet derdora 15:00’an de li deverên Cûmatê, Zilek û Şêlima li cih û xalên cûda pevçûn qewimîne. HPG’ê da zanîn ku seranserê wê rojê pevçûn berdewam kirine û di pevçûnan de artêşa tirk bi armanca ku yekîneyên gerîlayan tune bike, ji bejahî û hewayî herêm bi çekên giran bombebaran kiriye. HPG’ê da zanîn ku di pevçûnên qewimîne de, 20 leşker mirine û gelek leşker jî birîndar bûne. Daxuyaniya HPG’ê wiha berdewam kir: “Hejmara mirî û birîndaran zêdetir e. Yi nav leşkerên mirî de 5 ji wan kontrayên ku cilûbergên gerîlayan lêkirî bûne. Di pevçûnan de gerîlayan dest daye ser 2 çekên BKC û çekeke melez. Piştî pevçûnan, operasyonên leşkerî bi berfirehî berdewam dikin û her gav rê li ber îhtimala pevçûnên nû vekiriye.’

Nasnameya gerîlayan 
HPG’ê nasmeya 2 gerîlayên jiyana xwe ji dest dane jî aşkera kir: Li gorî daxuyaniya HPG’ê, Zekî Çolaker, bi navê qod Canfeda Dag, di sala 1982’yan de li Wanê ji dayik bûye, di sala 2004’an de tevlî refên gerîla bûye. Mehmet Kocakaya yê bi navê qod Şoreş Amed, di sala 1989’an de li Amedê ji dayik bûye, di sala 2010’an de tevlî refên gerîla bûye.

  ANF/BEHDÎNAN




HPG: 2 karker di destê me de ne
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da zanîn ku lêpirsîna 2 kesên li Dêrsimê hatin girtin, didome. HPG’ê diyar kir ku 2 kesên li Dêrsimê ji bo şirketa Egemen İnşaatê di karê çêkirina qaraqolê de cih digirin, Mustafa Arikan û Murat Keskîn in û ji aliyê gerilayên wan ve hatine girtin. HPG’ê da zanîn ku lêpirsîna karkeran didome.