HPG di daxuyaniya nivîski de diyar kir ku wesayîta ku berbi akademiya polîsan ve diçe û gerîlayên HPG’ê wê wekî wesayita polîsan difikirin gule reşandine. HPG’ê ji malbat û derdorên kesên jiyana xwe ji dest dayîn lêborîn xwest. Her wiha di daxuyaniya HPG’ê de, hat ragihandin ku bûyera 4 sivîlan tê de jiyana xwe ji dest dayî lêpirsînek hatiye destpêkirin. Her wiha HPG çalakiya Amedê ya ku polîsek hat kuşin û 2 polîs birîndar bû girt ser xwe.
Daxuyaniya nivîskî ya HPG’ê wiha dom kir: “Di destpêkê de em wekî HPG ji ber vê bûyera dil êş, ji gelê xwe, malbata kesên jiyana xwe ji dest dayîn û derdorê wan re lêborînê dixwazin.
Piştî kû ev bûyere gihayî me, me bi awayekî lezgîn lêpirsîn da destpêkirin û bi jiyana xwe ji destdayîna 4 mirovên me, me dest bi lêpirsînek kir. Weke Tevger çi hewildanên me yên çalakiyan li hember sivîlan tune ne û pir vekiriye ku wê tune bin jî. Pêwîste bê zanîn ku, di demên berê de hemû hewildanên çalakiyan yên li dijî sivîlan yên xelet ji aliyê me ve bi lêpirsînek hişk hatiye bersivdan. Ji ber vê çendê pêwîste raya giştî bizane kû em hemû çalakiyên li dijî sivîlan red dikin. Pêwîste bê zanîn kû, em vê qezaya dilêş bi çi awayî napejirînin. Emê hemû lêpirsînên pêwîst bi awayek berfireh vebikolin.”

Çalakiya Amedê 

Li deriyê Mêrdinê li dijî polîsan êrîşek çekdarî pêk hat û di êrîşê de polîsekî jiyana xwe ji dest da. Her wiha yek jê polîs 3 kes birîndar bûn. HPG, daxuyaniyeke nivîskî çalakî girt ser xwe û da zanîn ku eleqeya van ji birîndarên sivîl re nîne. HPG, di daxuyaniya nivîskî de destnîşan kir ku tu carî sivîlan hedef nagirin.

ANF/BEHDÎNAN