HPG derbarê çalakiyên xwe de ev agahî parve kirin:
“ l 6’ê Tebaxê saet 05.30’an hêzên me li dijî leşkerên ku hewl didan li girekî li nêzî Îkîncî Kopru ya girêdayî navçeya Elkê bi cih bibûna 3 çalakiyên cuda yên sabotajê li dar xistin. Di van çalakiyan de 6 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên me yên li Elkê şehîd ketine hate lidarxistin.
Li navçeya Şaxê çalakî
* 5’ê Tebaxê saet 21.30’an hêzên me konvoyek leşkerî ya ji Wanê diçû navçeya Şaxê xistin bin kontrolê. 6’ê Tebaxê saet 01.00’an jî li sêgoşeya Mîks-Wan-Şaxê hêzên me li dijî wesayîtek zirxî ya bi tîpa Kîrpî çalakiya sabotajê li dar xistin. Ev wesayîte îmha bû, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zanîn. Piştî çalakiyê domahiya 3 saetan artêşa TC rê li trafîkê girtiye.
Li Osmaniyayê 2 leşker hatin kuştin
* 1’ê Tebaxê saet 23.00’an gerîlayên me li çoltera navçeya Bahçe ya Osmaniyeyê yekîneyek veşartî ya artêşa TC xiste bin kontrola xwe. Li vir hêzên me bi awayekî bi bandor li leşkeran da, 2 leşker kuştin, yek jê berbaz e, cerdevanek jî birîndar bû.
30 kuştiyên artêşa TC hene
* 5’ê Tebaxê hêzên me li dijî Girê Genîş, Girê Qirika Masîro û Alaya Garê yên girêdayî qada Şemzînan a Colemêrgê çalakiyek berfireh li dar xistin. cenazeyên leşkerên artêşa TC domahiya 2 rojan li gir ma. 7’ê Tebaxê saet 13.00’an piştî artêşa TC miriyên xwe bi hêstiran ji gir danî, dûvre bi gelek ambûlansan ve cenazeyên xwe birin nexweşxaneya li Şemzînanê û ev nexweşxane dorpêç kiriye. Li gor agahiyan, zêdetirî 30 miriyên artêşa TC hene. Di vê çalakiyê de 6 gerîlayên me bi şerekî lehengî gihiştine şehadetê.”
Nasnameya pakrewanan
HPG´ê nasnameya gerîlayên pakrewan jî weha eşkere kir:
* Fatih Karahan bi navê şervan Bedran Soretanî yê li Colemêrgê ji dayik bûyî, 5’ê Tebaxa 2016’an li Colemêrgê jiyana xwe dest da;
* Hûrşît Ayar bi navê şervan Celal Çelê yê li Colemêrgê ji dayik bûyî, 5’ê Tebaxa 2016’an li Colemêrgê jiyana xwe dest da;
* Reber Taş bi navê şervan Demhat Gerdî yê li Colemêrgê ji dayik bûyî, 5’ê Tebaxa 2016’an li Colemêrgê jiyana xwe dest da;
* Azîze Onkol bi navê şervan Dîcle Avaşîn a li Amedê ji dayik bûyî, 5’ê Tebaxa 2016’an li Colemêrgê jiyana xwe dest da;
* Silava Alî bi navê şervan Riha Gabar a li Kobanê ji dayik bûyî, 5’ê Tebaxa 2016’an li Colemêrgê jiyana xwe dest da;
* Eyup Yaya bi navê şervan Firat Colemêrg ê li Kobanê ji dayik bûyî, 5’ê Tebaxa 2016’an li Colemêrgê jiyana xwe dest da.
NAVENDA NÛÇEYAN