Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê derdora 4 hezar sivîl ji bajarê Idlibê li Efrînê li şûna şêniyên wê yên bi darê zorê koçberkirî, bi cih kirin.

Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka dagirkirina Efrînê ve bi siyaseta guhertina demografiya herêmê 350 hezar sivîl dan koçberkirin. Niha ev sivîl di nav şertên dijwar de li Şehbayê dimînin. Lê dewleta Tirk û Çeteyên wê re jî sînor neman. Niha 200 hezar kes ji herêmên Sûriyê yên cuda bi taybet Şam, Hims, Hema, Deraa û gundewarên wê li Efrînê bi cih kirin.

Li gorî çavkaniyên pêbawer dagirkeriya Tirk qederê 4 hezar kesan ku pirraniya wan malbatên çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û komên din in, ji Idlibê anîne û li gund û navçeyên Efrînê ji destpêka meha Gulanê ve bi cih kirine.

Gund û navendên navçeyên ku malbatên çeteyan tê de têne bicihkirin, ev in: Cindirês, Şera, Bilbilê, Şiyê, Şêrawa û gundên mîna Kokana Jêrîn û Kokana Jorîn yên navçeya Mabatayê, gundê Basûta li navçeya Şêrawayê û Qizilbaş li navçeya Bilbilê.

Ji aliyekî din ve çavkanî teqez dikin ku dagirkeriya Tirk piştî ku nuqteyeke leşkerî li gundê Derwîş yê navçeya Racoyê ava kir, baregeheke helîkopteran li gund ava kiriye.

 

ANHA/ EFRÎN