Artêşa Rêveberiya Şamê nêzî Idlibê bûye. Bi vê re jî rewşeke giran li herêmê heye. Dewleta Tirk gefan li Sûrî dixwe ku ji Idlibê venekişe wê bersivê bide. Serokkomarê Tirk Erdogan hem gef xwarin, hem jî çeteyên bi ser Tirkiyê gef xwarin. Bi sedema vê rewşê jî gelek kes ji Idlibê û derdora wê koç dikin. Beşek ji van koçberan berê xwe didin Bakur û Rojhilatê Sûrî.
Koçberên ji Idlibê berê dane Rojavayê Kurdistanê weha dibêjin: “Tirkiyê sînorên xwe girtine û bazaran li ser hejmara koçberan dike. Artêşa Tirk a dagirker roleke mezin di koçberkirina şêniyan de dilîze û bazaran li ser hejmara wan dike. Tevahiya deriyên sînor li hember koçberan ku ji dijwariya şerên Idlibê direvin, girtine.
Tevahiya du hefteyan bi qasî 200 malbat ji Idlibê di deriyê Ewn Dadat re derbasî Bakurê Minbicê bûn.
Tugeya El-Şemal a Demokratî ya ku di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk de şer dike, bi dehan malbatên ku ji gundewarê Idlibê revîne pêşwazî kirin. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku deriyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji koçberên Idlibê re vekirine.
ANHA/KOBANÊ