Daxwaza komisyona heqîqetê
Turkdogan, anî ziman ku di koma ewil a komxebatê de li ser pirsgirêka Kurd û çareseriya demokratîk rawestiyan û wiha got: "Di niqaşan de hat dîtin ku pirsgirêka Kurd bi makeqanûna demokratîk pêkan e. Ji bo vê yekê jî divê bawerî bê dayîn û gel baweriya xwe bi gavên tên avêtin bîne. Di koma 2'emîn ka komxebatê de li ser encama şerê 30 salan hat rawestandin û hat xwestin ji bo lêgerîna edaıletê û heqîqetê saziyên sivîl ên civakî agahiyan û daneyan kom bikin û bi lezgîn Komîsyona Heqîqetê bê avakirin. Hat xwestin ku aliyên neheq lêborîna xwe ji aliyê heq bixwazin. Disa di pêvajoya ku PKK paşve bê kişandin hat xwestin ku pergala cerdevaniyê ku di nava gelê herêmê de dibe sedema acizbûnek zêde bi dawî bibe. Hat xwestin ku operasyonên leşkerî bi dawî bibin. Di koma çaremîn a komxebatê de jî li ser encama şer û daxwaza gel hat rawestandin û niqaşên çanda aştiyê bên kirin."
Komîsyona paşvekişandinê
Turkdogan, anî zimanku piştî PKK'ê biryara ku milîtanên xwe di 8'ê Gulanê de paşve bikişîne Navenda Giştî ya ÎHD'ê biryara avakirina "Komîsyona Şopandinê" dane û wiha axivî: "Komîsyona Şopandinê dê di serokatiya Serokê Giştî yê ÎHD'ê de ji endamên MYK'ê û nûnerên şaxên herêmê ji 25 kesan hat avakirin. Peyvira komîsyona şopandinê dê li qadên ku mîlîtanên PKK'ê lê paşve bikişin bên avakirin. Lê tevgera cerdevan, leşker û tîmên taybet bişopînin. Dîsa liv û tevera tîmên taybet, komando û tevgera hewayî bê şopandin. Cihê ku di salên 1990'an de hatine valakirin wê bên şopandin xebatên avakirina qereqolan dê bê şopandin. Şaxên ÎHD'ê yên Herêmê dê her tim vekirî bin û bi di nava dan û stendinê de bin. "
'Emê mudaxale bikin'
Turkdogan, anî ziman ku komisyona navendî piştî paşvekişandin dest pê bike ji bo ku rêxistinên navneteweyî jî li herêmê şopandinê pêk bînin dê nûnerên rêxistinên navteweyî dawetî herêmê bikin. Turkdogan, destnîşan kir ku di serî de dê endamên FÎDH, Rêxistina Efoya Navneteweyî û Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan dawetî Tirkiyeyê bikin. Dîsa hewce be emê komîsyonan ji Neteweyên Yekbûyî û Komîsyona Mafên Mirovan a Kenseya Ewropayê jî bixwazin."
Turkdogan, pirsên rojnamegeran jî bersivand û da zanîn ku ew dê 2 aliyan bişopînin û kijan alî gavên neyînî û tevliheviyan bikin dê mudaxaleyî wan bikin. Turkdogan, destnîşan kir ku yekem car ÎHD Komîsyona Şopandinê ava dikin û deklere dikin û dixwazin ku saziyên sivîl û rêxistinên demokratîk jî tev li vê pêvajoyê bibin. Turkdogan, da zanîn ku armanca wan di paşvekişandinê de tu bûyerên neyînî pêş nekevin Ji bo paşvekişandin di nava şert û mercên tenduristiyê de pêk bê em dê biçin herêmê li herêmê çavdêriyê bikin."
DÎHA/ENQERE