Li serê her 10 kesan mayînek
Li gorî lêkolîna ÎHD û TÎHV'ê li Tirkiyeyê 15 hezar mayînên di tepo de hene. Hêjmara mayînên çandî yên di bin erdê dejî li gorî daneyên 2011'an 977 hezar û 163 hebin. Li sînorê Sûriyê 613 hezar 3u 715, li Sînorê Îranê 194 hezar û 755, li Sînorê Iraqê 69 hezar û 33, li Sînorê Ermenistanê 21 hezar û 856 mayinên çandî hene. Ji bilî vanan 77 hezar û 804 mayîn li nava Tirkiyeyê hatine çandin.
ÎHD'ê û TÎHV'ê da zanîn ku li Êlih, Çewlîk, Amed, Colemêrg, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex, Wan û gelek cihên din li ser axa wan mayîn hatine çandi. Di raporêde dra zanîn ku li Erdexan, Êlih, Amed, BLazîd, Dîlok Colemêrg, Îskenderûn, Kaxizman, Qers, Mêrdîn, Sêrt, Riha, Şirnex, Dêrsim û Wanê li 15 navendan ji her 10 mirovan mayînek dikeve. Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), jî anî ziman ku di navbera 1'ê Cile û 30'ê Îlonê de di teqîna mayînan de 16 kesan jiyana xwe ji dest dane û 37 kes jî birîndar bûne. TÎHV'ê da zanîn ku di teqandina mayînan de jî 14 kesan jiyana xwe ji dest da û 15 leşker 91 sivîl bi tevahî 106 kes birîndar bûne.
DÎHA/AMED