Komîteya Aborî û Veberhênanan a Parlementoya Iraqê ragihand ku ji ber destwerdana Tirkiyeyê ya karên navxweyî yên Iraqê, Iraq dikare ji bo bazirganiya petrolê li şûna Tirkiyeyê ji welatên başûrê rojhilatê Asyayê re bişîne.
aloziya di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û hikûmeta Tirk a AKP’ê de her ku diçe dijwartir dibe. Serokwezîrê Iraqê Nûrî el Malikî nerazîbûnek tund nîşanî serdana fermî ya Alîkarê Serokomarê Iraqê Tariq Haşimî ya ji bo Tirkiyeyê da. Malikî got; “Êdî Tirkiye li herêmê dibe dijmin.” Malikî Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi destwerdana karên navxweyî yên Başûrê Kurdistanê tawanbar kir û wiha axivî; “Ger Tirkiye di van polîtîkayan de berdewam bike, berjewendiyên wê dê ziyanê bibîne û Tirkiye dê êdî ji bo hemû dewletê herêmê bibe dijmin.”
Piştî wê Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan nerazîbûneke tund nîşanî vê daxuyaniyê da. Vê yekê krîza di navbera Iraq û Tirkiyeyê de kûrtir kir. Komîteya Aborî û veberhênanê di Parlamentoya Iraqê de Selman Mûsewî ji Aknewsê axivî û got, “Di navbera Iraq û Tirkiyeyê de pêwendiyeke bazirganî ya xurt çêbûye, lê ji ber destwerdana Tirkiyeyê di nav karûbarê navxweyî yê Iraqê de, çêdibe ew têkelî hilweşe.”
Mûsewî got;“Em bawer nakin Erdogan, amade be pevguhertinên aborî yên di navbera Iraq û Tirkiyeyê de ku tê texmînkirin bi 10 milyar dolar bike qurbanî, ji be ku Hikûmeta Iraqê jî dikare wan pevguhertinan bi welatên başûr-rojhilatê Asya re bide guhartin.”
ANF/HEWLÊR